Çend gundên din li Kobanê ji terorîstan hatin pakkirin

kurdistani 09:38 AM - 2015-05-08
çend gundên din li Kobanê ji terorîstan hatin pakkirin

çend gundên din li Kobanê ji terorîstan hatin pakkirin

Li gor  peyvdarê fermî yê Eniya Kurdan li Kobanê çend gundên din ji destê terorîstan hat rizgarkirin.

Peyvdarê Eniya Kurdan Ehmed Hiso di wê barê de, ji PUKmedia`yê re ragihand ku duh li rojhilatê bajarê Kobanê, hêzên YPG-YPJ-Eniya Kurdan, Krtîbeyên Şemsul ElŞemal, Lîwa Siwar Elreqayê, dikarîn çendîn gundên nûh ji destê terorîstên DAIŞê rizgar bikin û hîn jî di pakkirina wan navçeyasn de berdewamin.

Hiso amaje bi navên wan gundan kir ku ew gundên ku ji destê terorîstan hatine rizgarkirin; Korek, Kortik, Reqasê jêrîn û Reqasê Jorîn, Zirê jêrîn û Zirê Jorîn, Xirabî, ku tev ji aliyê terorîstan ve hatibûn çawsandin û rojena bi destê çekdarên DAIŞê dinalîn.

Ehmed Hiso di berdewamiya axiftina xwe ji PUKmedia`yê re got; Hêzên ku li kantona Kobanê şer dikin, evin hêzên YPG-YPJ-Eniya Kurdan, Krtîbeyên Şemsul ElŞemal, Lîwa Siwar Elreqayê û hemû li jêr çadira Burkan El-Firatê de kombûne.

Hûn dikarin bi riya vîdyoyê, şer û pevçûnên ku ji bo rizgarkirein û pakkirina gundên li Kobanê ji destê terorîstên DAIŞê bişopînin, lê vê vîdyoyê xwerê temaşe bikin.

PUKmedia-Hozan Efrînî

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket