Hikûmeta Êraqê 543 milyar dînar dide Herêma Kurdistanê

kurdistani 02:58 PM - 2015-05-06
 Hikûmeta Êraqê 543 milyar dînar dide Herêma Kurdistanê

Hikûmeta Êraqê 543 milyar dînar dide Herêma Kurdistanê

Wezareta darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê raghihand ku hikûmeta federal ya Êraqê bi qasî 543 milyar dînar şand ji hisabê bankê ya Herêma Kurdistanê re.

Di wê barê de, peyvdarê wezareta darayî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê Ehmed Ebdurihman ji PUKmedia`yê re ragihgihand ku îro roja çarşemê, hikûmeta Êraqa federal bi qasî 543 milyar dînarê Êraqî ji hikûmeta Herêma Kurdistanê re xiste hisabê bankê lê heya niha neghîştiye destê wezareta darayî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Peyvdarê wezareta hikûmeta Herêma Kurdistanê ya darayî aşkire kir ku ew pareyên ku hikûmeta Êraqê şandiye ji hisabê Herêma Kurdistanê re, ji ber beşa nefta  Herêma Kurdistanê a di meha nîsanê de hatiye firotin e.

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket