Messenger li Merkurê ketiye

kurdistani 10:56 AM - 2015-05-01
Messenger li Merkurê ketiye

Messenger li Merkurê ketiye

Maşîna fezayê Messenger ku ji Adara 2011’an heta niha gerstêrka Merkur dişopand, peywira xwe bi dawî kir. Messengerê hebûna avên li Merkurê cemidîbû, tespît kir û li ser gerstêrkê xwe bi xwe îmha kir.

Messenger ya ku di 2004’an de ji aliyê Daîreya Hewa û Fezayê ya Amerîka (NASA) ve hat çêkirin û di 2011’an de şandin gerstêrka Merkurê, peywira xwe bi dawî kir. NASA’yê li ser hesabê Twîtterê daxuyaniyek da û got ku wesayîta fezayê Messencerê piştî sotemeniya xwe ya ji helyumê pêk dihat qedandiye, bi leza di saetê de 14 hezar kîlometreyî li Merkurê ketiye û îmha bûye.

Messengera ku herî dawî di 24’ê Nîsanê de manewrayek pêk anî, bi vî awayî helyuma dawî ya depoya xwe qedandibû.

Dîrektorê Mîsyonên Zanîstî yê NASA’ê John Grunsfeld heman rojê daxuyaniyek da û got: “Em têkildarî Merkurê xwedî agahiyên gelek baş in.”

Merkur ku di Adara 2011’an de şandin Merkurê  peywira wê wek salekê hat diyarkirin û peywira wê ya li dora gerstêrkê du caran hatibû dirêjkirin. Messengerê tespît kiribû ku li gerstêrka Merkurê avek zêde hatiye dîtin. Ava li gerstêrkê hat dîtin jî cemidandî (qeşa) bû.

PUKmedia/ANF

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket