Li Şengalê 7 terorîst hatine kuştin

kurdistani 04:35 PM - 2015-03-26
Li Şengalê 7 terorîst hatine kuştin

Li Şengalê 7 terorîst hatine kuştin

Îro pênceşmê 26 / 3 / 2015`e  sibehê li qeza Şengalê di navbera hêzên pêşmergeyên Kurdistanê û terorîstên DAIŞ de şer û pevçûnên dijwar lidarketin.

Kargêrê malbenda Nînewa ya YNK`ê Xiyas Sûrçî ji PUKmedia yê re da xuya kirin ku îro ji sibehê pevçûn di navbera hêzên pêşmergeyên Kurdistanê û çeteyên DAIŞ de derketin, pevçûnan nêzî  demjimêrekê liberxwe dan, çêkên cuda cuda di pevçûnan de hatine bi kar anîn.

Sûrçî ragihand ku di encama pevçûnan de 7 terorîstên DAIŞ hatine kuştin, gelek terorîst birîndar ketin, her wiha ragihand ku ziyan di nav hêzên pêşmerge rûneda ne.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket