Ji 4 hezar Kurdên Êzîdî zêdetir di destê DAIŞ de ne

kurdistani 12:28 PM - 2015-03-19
Ji 4 hezar Kurdên Êzîdî zêdetir di destê DAIŞ de ne

Ji 4 hezar Kurdên Êzîdî zêdetir di destê DAIŞ de ne

Li gor amarên rêveberiya karûbarên Êzîdiyan û nûsîngeha rizgarkirina revandiya, ewên di karesata Şengalê de heya niha hatine tomar kirinê zêdetir li 1280 Êzîdî bi destê grupa terorîstî DAIŞ hatine kuştin.

Rêvebirê nûsîngeha rizgarkirina revandiyan, hisên Qaydî di kongireyekî rojnamevanî de ragihand: Zêdetir ji 900 kesan hatine xilas kirinê û harîkariyê madî jî li ser 778 kean hatiye belav kirinê.

Qaydî got jî: Zêdetir li 4 hezar kes ji aliyê terorîstên DAIŞ ve hatine revandinê û heya niha ji wan 900 kes ku jin û zilam û zarok jî hene bi rêyên cuda hatine rizgar kirinê.

Ji aliyê xwe ve rêvebirê karûbarên Êzîdiyan li Duhokê, Hadî Dobanî ragihand: Li wan deverên qeza Şengalê ewên ji destê grupa terorîstî DAIŞ ve hatine paqij kirinê 10 gorên bi komî hatine dîtinê û pêşbîniya 9 gorên din ên komî têne kirin.

Hadî Dobanî daxwaz jî kir ku goristaneka taybet bête dirust kirinê û destkarî di gorên komî de neyê kirin ji wê zêdetir piştî jinavbirina DAIŞ`ê Şengaleka nû bête ava kirinê.

PUKmedia/Nijyar Nêrweyî - Duhok

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket