Rojnamevanê navdarê Birîtanî serdana Mam Celal kir

kurdistani 05:10 PM - 2015-03-15
Rojnamevanê navdarê Birîtanî serdana Mam Celal kir

Rojnamevanê navdarê Birîtanî serdana Mam Celal kir

Îro 15/3/2015 danê pêş nîvro, serok Mam Celal li baregeha xwe ya taybet li Silêmaniyê pêşwazî li rojnamevanê navdar ê Birîtanî û dostê kevn Cîm Mîwer  kir.

Di hevdîtinê de Cîm Mîwer kêfxweşiya xwe anî ziman ku carekî din bi hevdîtina Serok Mam Celal şad bûye bi taybetî ku tendirustiya xwe gelekî başe û berve pêşveçûnekî berdewam de ye.

Serok Mam Celal bi germî bixêrhatina ew dostê xwe yê kevn û dostê gelê Kurd kir ku di rojên zehmet de çewsandin û karesatên gelê Kurdistanê û serkeftinên hêzên pêşmerge ên Kurdistanê digîhande cîhanê, bi taybetî bombardumana Helebçe bi çekên kîmawî û ew komkujî û dema reva mezin a milyonî ya gelê Kurdistanê ya sala 1991 piştî raperîna adarê, di wê salê de ku bi xwe hatibû Kurdistanê û li gel Serok Mam Celal li behdînanê ta navçeyên Silêmanî û rasterast şerê Ezmer gîhande ajansên cîhanê.

Di wê hevdîtinê de rojnamevanê navdarê Birîtanî Cîm Mîwer   piştî spasîkirina ew pêşwazî û mêvandariya germ a serok Mam Celal û bilind nirxandina rola serekî ya rêzdarî di qonaxên cuda cuda ku niha jî pêwîstiya navçeyê pê heye, her weha bal kişande ser serkeftinên hêzên pêşmerge û bi giring wesf kir ku çendîn navçe ji terorîstên DAIŞ paqij kirine.

Li dawiya hevdîtinê jî bi germî rojnamevan Cîm Mîwer  hate birêxistin, Mîwer jî daxwaza leşsaxiyê û selametiyê bo rêzdar Mam Celal xwest û hêviya xwe anî ziman ku hevdîtina wî ya bêde çavpêkeftineke rojnamevanî be.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket