Pêşmerge û Şervanên Kurd li Şengal êrişên DAIŞ têkşikandin

kurdistani 04:21 PM - 2015-03-11
Hêzên Pêşmerge Şervanên Kurd li Şengal êrişên DAIŞ têkşikandin

Hêzên Pêşmerge Şervanên Kurd li Şengal êrişên DAIŞ têkşikandin

Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û Şervanên Kurd li Şengalê îro çarşemê beriya nîvrû êrişa çeteyên DAIŞ ji çend qolan ve bi ser bakûrê Şengalê ve têk şikandin.

Fermandarê fewcê 4 a pêşmerge ya ser bi lîwaa 8 a hêzên pêşmerge ve ye emîd Qadir Xoranî ji PUKmedia yê re da xuya kirin: Îro beriya demjimêrên nîvro çeteyên DAIŞ ji çar qolan ve êriş kirin ser bi hêzên Pêşmerge û Şervanên Kurd li bakûrî qeza Şengal, lê piştî hêzên Pêşmerge û şervanên Kurd bersiva êrişan dan êriş têksişketin û çeteyên DAIŞ rastî ziyaneke mezin hatin.

Emîd Xoranî ragihand ku çeteyên DAIŞ armancên ku ji êrişê hêvîdikirin bi dest nexistin û bi dehan ji çekdarên rêxistina terorê hatine kuştin, her wiha da xuya kirin ku di 15 rojên bihurî de çeteyên DAIŞ çendîn êriş bi ser hêzên Pêşmerge û Şervanên Kurd e encam dan lê her dem rastî şikestinê dihatin û rastî ziyaneke mezin dihatin.

PUKmedia / Teybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket