Mam Celal, Serokê Fransa û Serokê Êraqê ji bo Newroza Amedê hatine vexwendin

kurdistani 08:24 PM - 2015-03-08
Mam Celal û Serokomarê Êraqê ji Newroza Amedê re hatin vexwendin

Mam Celal û Serokomarê Êraqê ji Newroza Amedê re hatin vexwendin

Amadekariyên Newroza Amedê ya ku dê di 21'ê Adarê de bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) pêk bê hate ragihandin. Komîteya amadekar ya Newrozê ragihand ku gelek kesayetiyên navdar ji bo newroza Amedê hatine vexwendin û di nava wan de jî serokomarê berê yê Êraqê serok Celal Talebanî jî heye.

Serokê Komîteya Amadekar a Newozê Seydî Firat di kongireya rojnamevanî de derbarê bernameya Newozê de axivî û diyar kir ku dê di Newroz Amedê ya sala 2015'an de daxuyaniyên gelek girîng bên dayîn.

Seydî Firat got: Me Serokomarê Fransayê François Hollande, Serokomarê berê yê Êraqê Celal Talabani, Serokwezirê Yunanistanê Aleksis Çipras, Serokomarê Êraq Fuad Masum, Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî, Hevserokên PYD Salih Muslim û Asya Abdullah, , nûnerên Tevgera Goran, nûnerên kantonên Rojava, nûnerên gelên din ên li Rojava, gelek saziyên sivîl ên civakî, AKP û CHP û gelek kesên din dewetî Newozê kirine.

Ji aliyê xwe ve jî Hevşaredara Bajarê Mezina a Amedê Gulten Kişanak jî got: Newroza Amedê ji bo berxwedana Kobanê û Şengalê ye. Di Newrozê de tişta herî girîng dê peyamê Ocalan be.

PUKmedia/DIHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket