Parlemanterek: Divê ji bo pêşmerge hikûmeta Herêmê fişarê li Bexdadê bike

kurdistani 08:01 PM - 2015-02-24
Divê ji bo pêşmerge hikûmeta Herêmê fişarê li Bexdadê bike

Divê ji bo pêşmerge hikûmeta Herêmê fişarê li Bexdadê bike

Parlemanterê firaksyona Kesk a YNK`ê Qadir Mihemed da xuya kirin ku divê hikûmeta Herêma Kurdistanê ji hikûmeta Federal para hêzên pêşmerge ji bûdce Berevaniyê xerc bike, fişarê li Bexdadê bike.

Encumena wezîran îro di civata xwe ya asayî de, biyar da ji avakirin hêzên Heşdî Şabî, 60 milyon dolar terxan bike û daxwaz ji wezareta Darayî kir pereyên hatine terxan kirn xerc bike.

Derbarê biryarê de endamê komîta darayî ya ser bi encumena nûneran ve parlemanter Qadir Mihemed bi da xuyaniyekê ji PUKmedia yê ragihand ku: Divê ji para hêzên pêşmerge bête xerckirin, hikûmeta Herêma Kurdistanê fişarê li hikûmeta federal bike, ji ber ku eger ne ji berxwedana hêzên Pêşmerge ba wê gelek deverên Êraqê niha di bin kontirola terorîstên DAIŞ de bûna.

Parlemanter Qadir Mihemed da xuya kirin ku ew weku parlemanterên Kurd di komîta darayî de, gelek car daxwazkirin ku para hêzên Pêşmerge û mûçeya Fermanberên bi kêşeyên cuda ve neyên girêdan, bi teybet ji ber ku hêzên Pêşmerge di vê demê de li hember DAIŞ di şer de ne û divê para wan ji bûdce Berevaniyê yek ser bête xerckirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket