Pêşmerge 6 gundên Şingalê rizgar kir

kurdistani 07:55 PM - 2015-02-22
Pêşmerge 6 gundên Şingalê rizgar kir

Pêşmerge 6 gundên Şingalê rizgar kir

Pêşmerge û HPG-YPG`ê, îro dikarîn 6 gundên Şingalê rizgar û pak bikin.

Îro li Şengalê, hêzên pêşmergê Kurdistan bi alîkariya hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê û û Yekîneyên Parastina Gel operasyoneke berfereh li dijî çekdarên DAIŞê dest pê bike û di encamê de, 6 gundên di derdora bajaroka Sinono de rizgar kirin.

Di wê barê de, jêdereke agahdar ji PUKmedia`yê re ragihand ku ew opersyon ji 3 aliyan ve dest pê kir û di encamê de, 6 gundên nûh hatin pakkirin ji çeteyên terorîstên DAIŞê.

Her weha serkirdeyekî pêşmergê Kurdistanê jî ji PUKmedia`yê re ragihand ku hêzên wan 6 gundên Şengalê ji destê terorîstên DAIŞê rizgar kirin û terorîst ji ber operasyonên Pêşmerge-YPG-HPG`ê reviyan û ziyaneke gelek mezin dîtin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket