Bi wêne... Mûzexaneya Emne Soreke li Silêmaniyê binase

kurdistani 12:53 PM - 2015-02-22
Bi wêne... Mûzexaneya Emne Soreke li Silêmaniyê

Bi wêne... Mûzexaneya Emne Soreke li Silêmaniyê

Sala 1979 li ser rûberê 16880 metir duca, rêjîma Bas a navçûyî ya Êraqê navendek xwe ji bo kontrolkirina bajarê Silêmaniyê ava kir .

Piştî serhildana gelê Kurd li başûrê Kurdistanê a sala 1991`an ev navenda rêjîma Basê bû bi cihê nîştecîbûna penaberên Kerkûkê ta sala 1996`an piştre jî biryar hate dayîn ku ew cih bê parastin û Emne Soreke weku mûzexane hate nas kirinê.

Beşên serekî ya mûzexaneyê wiha ye:

Zîndan (zîndana bi komî, tek hucre, ya jinan û zarokan)
Beşa eşkencê
Beşa nimayîşkirina wêneyên arşîva Baas
Mûzexaneya keltorî
Mûzexaneya curên ew mîmên li Kurdistanê hatibûn çandinê
Hola sînema jibo nimayîşkirina filmên dîktatoriyetê
Hola enfal û gundên ji aliyê rêjîma Basê ve hatine wêran kirin
Hola Helebçe.
Gelerî jibo nimayîşkirina pêşangehên hunerî
Holek ji bo bêhnvedana mêvanên ku serdana Emne Soreke dikin.

Serpereştiyarê beşa gelerî Behadîn Mihemed ji PUKmedia`yê re ragihand: Weku kurê şehîdekî, ez ji aliyê xatûn hêro Îbrahîm Ehmed ve hatime erkdar kirin daku ez karûbarê vê geleryiê birêve bibim û çend karmend jî li vir kar dikin. Her weha bi bê beramber nivîskar û rewşenbîr vê holê bikartînin ji bo birêvebirina kar û çalakî û civînên xwe.

PUKmedia/Terîfe Hesen

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket