Li parlemana Tirkiyê “Roja zimanê zikmakî” bi Kurdî hate pîroz kirin

kurdistani 11:07 AM - 2015-02-22
Li parlemana Tirkiyê “Roja zimanê zikmakî” bi Kurdî hate pîroz kirin

Li parlemana Tirkiyê “Roja zimanê zikmakî” bi Kurdî hate pîroz kirin

Parlementera Mêrdînê ya HDPyê Gulser Yildirimê di Lijneya Giştî ya Meclisê de li ser meseleya "Pêşniyaza Lêkolîna di mijara newekheviya mûçe û îstihdama jinan de" axivî û di dawiyê de jî Roja Zimanê Zikmakî bi kurdî pîroz kir.

Li ser vê jî Cîgirseroka Meclisê Ayşenûr Bahçekapili ji Yildirimê re got: "Ez rica dikim hûn dikarin wan wergerînin tirkî ku bila di zabitnameyan de jî cih bigre". Lê Cîgirserokê koma MHPyê jî îtiraz li tevgera Bahçekapiliyê kir. Bahçekapiliyê jî got "Ez dixwazim hîn bibim" û Yildirimê jî got ku wê bi kurdî 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî pîroz kir û ragihand ku qirkirina zimanekî qirkirina xelkekî ye.

Bahçekapiliyê jî bersiva parlemanterê MHP`yî da û wiha pê de çû: "Kurdî zimanekê jîndewar e. Heqê parlementerên kurd  heye ku him bi tirkî û him jî bi tirkî xeber bidin."

Cîgirseroka Meclisê got: Li ser vê kursiyê hanê ji bêyî tundiyê herkes xwedî wî mafê ye ku dikare fikra xwe parve bike. Îro Roja Zimanê Zikmakî ye. Roja zimanê zikmakî ya we hemûyan pîroz be."

Halaçoglu îdia kir ku Bahçekapili Destûra Bingehîn bin pê dike. Tam di wê demê de Bal hat Dîwana Serokatiyê û heman tiştî dubare kir û Bahçekapiliyê jî jê re wiha got: "Ez Destûra Bingehîn binpê nakim. Zimanê fermî yê Tirkiyeyê tirkî ye. Li vî welatê hanê stranên kurdî tên gotin, têlevizyona kurdî heye. Ev der cihê qedexeya nîne, mekanê ku lê azadî heye ye."

Piştî nîqaşên di navbera parlemanterên HDP û MHP û AKP`ê cîgira seroka parlemanê Ayşe Bahçekapiliyê axivî û got: "Nêzî nîv saetî yek ji AK Partiyê sê parlementeran bi munasebeta îro bi kurdî du hevok axivîn. Em li Tirkiyeyê bi xwîşk û bratiya bi hemû xelkan re bawer dikin. Her bijî xwîşk û bratiya xelkê tirk û kurd."

PUKmedia/AA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket