Bi Wêne.. Şahiyên roja zimanê zikmakî li Rojavayê Kurdistanê
kurdistani 09:29 AM - 2015-02-22Şahiyên roja zimanê zikmakî li Rojavayê Kurdistanê
Li tevahiya herêmên Rojavayê Kurdistanê û bi serpereştiya Tevgera Ziman û Perwerdeyê (TZP) bi boneya 21’ê sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê, şahî hatin li dar xistin. Her wiha di van çalakiyan de 731 bawernameyên zimanê kurdî li şagirtan hatin belav kirin.
Li bajarê Qamişlo TZP’ê bi hevkariya Akademiya Celadet Bedirxan a Ziman, Wêje û Dîrokê di bin duşmeya “Şoreşa Rojava dê bi şoraşa ziman bi ser bikeve.” şahiyek li dar xistin. Di şahiyê de 400 bawernameyên zimanê kurdî yên hersê astan ji aliyê TZP’ê ve hatin belavkirin.
Li bajarê Dêrikê jî TZP’ê li Navenda Çand û Hunerê ya Dicle dîdargeheke helbestê organîze kir. di dîdargehê de bi dehan helbestvan û rewşenbîr amade bûn.
Li bajarê Serêkaniyê jî li Navenda Çand û Hunerê ya Waşokanî şahiyek li dar xist. Di şahiyê de bi dehan mamosteyên zimanê kurdî amade bûn. Her wiha di şahiyê de 130 bawernameyên zimanê kurdî yên hersê astan li şagirtan hatin belavkirin.
Li bajarê Til Temirê jî TZP’ê li navenda Şehîd Jînda ya TZP’ê şahiyek li dar xist. Di şahiya ku bi dehan mamoste, xwendekar û welatiyên bajêr amade bûn de 50 bawernameyên zimanê kurdî li şahgirtên zimên hatin belavkirin.
Li bajarê Amûdê jî TZP’ê bi boneya Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanê Şahiyek li dar xist. Di şahiyê de 22 bawernameyên zimanê kurdî yên asta yekemîn hatin belavkirin.TZP’ê her wiha navendeke xwe ya nû bi navê Şehîd Canyar li ser riya bajarê Dirbêsiyê vekir.
Bi boneya roja ziman a cîhanî, Tevgera Ziman û Perwerdyê (TZP) ya bajarê Hesekê li navenda Şehîd Raperîn Tolhildan ya tevgerê şahiyeke li dar xist.
Li bajarê Tirbespiyê jî TZP’ê bi heman munasebetê şahiyek hate lidarxistin.Di vê şahiyê de jî 150 bawernameyên zimanê Kurdî yên hersê astan li şagirtan hatin bilavkirin.
Li bajarê Dirbêsiyê jî bi dehan mamosteyên zimanê kurdî, endamên TZP’ê û şêniyên bajêr li gundê Şorî kom bûn û bi boneya Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanê bi merasîmekê navendeke nû bi navê Şehîd Idrîs vekirin.
Li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê jî Saziya Zimanê Kurdî (SZK) bi heman boneyê daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya navenda Saziyê bi amadebûna endamên saziyê, Saziyên Civaka Sivîl û xwendekaran ji aliyê mamosteya zimanê Kurdî Jiyan Henan ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ziman nasnameya gel û civakê ye û bang li hemû welatiyan hatin kirin ku zimanê xwe yê zikmakî biparêzin.
PUKmedia/ANHA
hewal ziyatr
-
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
11:15 AM - 2024-04-26 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24
zêdetir tamaşe bike
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
09:14 PM - 2024-04-24
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
zortrin xwendraw
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25 -
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
Kurdistan 11:10 AM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
Kurdistan 11:15 AM - 2024-04-26