Silêmanî; Şervanekî YPG`yî yê Holandî hat Xelat kirin
kurdistani 03:19 PM - 2015-02-21Silêmanî; Şervanekî YPG`yî yê Holandî hat Xelat kirin
Şervanekî YPG`yî yê bi regezê xwe Holandî ji aliyê 3 deszgehên rewşenbîrî Silêmaniyê ve hat Xelat kirin
Di roja 19-2-2015`an de, sê saziyên rewşenbîrî yên li bajarê Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê, ku ji van saziyan pêkhatine, Dezgeha Cemal Îrfan û Sentera Margirêt û Navenda Çanda Arîn Mîrkan, xelatên rêzgirtinê pêşkêş bi şervanê YPG`ê heval Serhed yê ku di şerê li dijî DAIŞê de birîndar bûye kirin.
Her weha ew şervanê YPG`yî ku navê wî Rêtçard Liyo Canson e û bi heval Serhed tê naskirin, di şerê berevaniya li Şengalê de, birîndar buye û di sala 2014`an, ji welatê Holandayê hatibû nav rêzên Yekîneyên Parastina Gel YPG`ê û li Şengalê beşdarî li şerê nehîştina çekdarên DAIŞê kiribû û di serê xwe de birîndar dibe.
Di wê barê de, Şervan Rêtçart ji PUKmedia`yê re ragihand ku ew gelek kêfxweş e ku şervanê YPG`ê ye û ji bo Kurdan şerê terorê dike û digeş e bi xalata dezgehên ku ew xelat kirine.
Heval Serhad ji PUKmedia`yê re got ez hez dikim piştî dermankirina xwe li Holandayê vegerim Kurdistanê û di nava YPG`ê de wek şervanekî dilsoz berdewam bim.
Her weha di barê pêşkêşkirina xelatan de, serokê desgeha Cemal Îrfan Bextiyar Saîd ji PUKmedia`yê re daxuyaniyek da û got; Em wek dezgeha Cemal Îrfan bi erkê xwe dizanin ku her kesî berevanî li axa Kurdistanê bike, emê xalat bikin û rêz lê bigrin û li gorî ti3waneya me emê hevkariyê jî pêşkêş bikin.
Bextiyar Seîd aşkire kir ku ew dezgeh û navendên ku xelat pêşkêşî şervanê YPG`ê yê Holandî kirine evin; Dezgeha Cemal Îrfan û Sentera Margirêt û Navenda Çanda Arîn bi destpêşxerî û alîkariya Dr. Taha Resûl bû.
Hêjayî gotinê ye ku Mijde Abbas û Ako Abas Bextiyar Seîd her yekî ji aliyê xwe ve ew xelata rêzgirtinê, bi amadebûna nûnerê TEV.DEM`ê ya Herêma Kurdistanê Diyar Qamîşlo ew xalat pêşkêşî bi şervanê YPG`ê yê Holandî heval Serhad ku di şerê li Şengalê de birîndar bûye kirin.
PUKmedia-Hozan Efrînî
hewal ziyatr
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25