Parlemanterek: Divê şehîdên Gerîla û Şervanan, şehdîn Herêmê bêne jimartin

kurdistani 05:40 PM - 2015-02-19
 Divê şehîdên Gerîla û Şervanan, şehdîn Herêmê bêne jimartin

Divê şehîdên Gerîla û Şervanan, şehdîn Herêmê bêne jimartin

Parlemanterê firaksyona kesk a YNK`ê di paremantoya Herêma Kurdistanê Goran Azad îro pêncşemê bi nameyekê ji Parlemantoya Kurdistanê re ji bo kesûkarên Şehîdên di şerê li dijî DAIŞ şehîd dikevine daxwaza hejmarek Tekemafan (Îmtiyan) kir û nameya xwe rakir encumena wezîran Herêma Kurdistanê ji bo gotebêj bike û binirxîne.

Parlemanter Goran Azad ev xal di nameya xwe pêşkêş kirin:

1- Ji ber ku piraniya kesûkarên Şehîdên ji çîna hejar a civakê ne, ji bo hemû kesûkarên şehîdên di şerê li dijî DAIŞ de şehîd bûne, pereçeyek zevi bo wan bête cuda kirin.

2-  Kesûkarên şehîdan piştî ku pereçeya zevî wergirtin, yekser qerzek ji bo avakriina xanî werbigrin.

3- Pêşniyar dike ku di dema her pêşmergeyek şehîd bibe, herdu pileyên wî kargir bin û mûçeya her pêşmergeyekî ne kêmtirî mûçeya cîgirê efserekî be, nêzî 900.000 dînarê Êraqê be, her wiha heman ew karigrî  ligel şehîdên pileya cêgirê efser û bilindtir bête kirin.

4- Hemû ew Gerîla û şervanên ku ji welatiyên Herêma Kurdistanê ne û di şerê li dijî DAIŞ de şehîd bûne, şehîdên Herêmê bêne jimartin, ji ber ku ew welatiyên Herêma Kurdistanê ne û di şer û pevçûnên bergirîkirin li xaka Herêma Kurdistanê de şehîd bûne.

5-  Hemû ew Gerîla, Şervan û Pêşmerge`yên ji her sê pereçeyên Kurdistanê, Bakûr, Rojava û Rojhilat ên di şerê li dijî DAIŞ de, li Herêma Krudistanê şehîd bûne û ne ji welatiyên Herêmê ne, Nîşana Rêz lê anîn bi wan bê dayîn û ji bo keskarên wan beşek pere bête bexş kirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket