KCK`ê: Şehîd Eqîd Dilşad Ezîz fermandarê Pêşmerge bi bîranî
kurdistani 04:30 PM - 2015-02-18KCK`ê: Şehîd Eqîd Dilşand Ezîz fermandarê Pêşmerge bi bîranî
Hevseroketiya konseya rêvebir a Koma Civakên Kurdistanê KCK`ê bi da xuyaniyekê şehîd Eqîd Dilşad Ezîz fermandarê hêzên Pêşmerge li Şengalê bi bîranî û ji bo malbata wî û gelê Kurdistanê sersaxî xwest.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, têkildarî fermandarê pêşmergeyan Dilşad Ezîz ê li Şengalê jiyana xwe ji dest da daxuyaniyeke nivîskî weşand. KCK’ê got, “Em fermandarê pêşmergeyan Dilşad Ezîz ê di berxwedana Şengalê ya li hember faşîstên DAIŞ’ê de şehîd ket, bi rêz û hurmet bibîr tînin li hember bîranîna wî bi rêz xwe ditewînin. Em ji gelê Kurdistan, malbat û xizmên Şehîd Dilşad Ezîz re sersaxiyê dixwazin.”
Daxuyanî wiha didome: “Di êrîşên faşîstên DAIŞ ên li hember hebûn û azadiya gelê Kurd de li hember berxwedan û parastina hevpar a hêzên gerîla, YBŞ û pêşmergeyan de darbeyên mezin xwarine. Çeteyên faşîst ên DAIŞ’ê yên dijminê mirovatiyê û nebûne mirov, ji Kobanê hatine avêtin. Ev koma çete ya faşîst ku li Kobanê rastî têkçûneke mezin a dîrokî hat, wê li Şengalê jî li hember hêzên gerîla, YBŞ û pêşmergeyan rastî heman aqubetê were.
Şehadetên gerîla û pêşmergeyan ên di berxwedanê de, berxwedana hevpar a li Kobanê, Şengal, Kerkûk, Xanêqîn, Mexmûr, Celawle û hwd. Li qadên din tê pêşxistin, careke din nîşan daye ku, faşîzma DAIŞ’ê dijminê hevpar ê tevayî gelê Kurdistanê ye. Li hember vê rêxistina hov û celad parastina hebûn, azadî û destketiyên gelê me, berpirsiyartiya hevpar a gerîla û pêşmergeyan e. Ev pêşveçûn hemû yekîtiya neteweyî-siyasî û parastina hevpar a gelê Kurd di asta neteweyî de mecbûr dike. Bîranîna şehîdên Kurdistanê kirina sedema serketinê û ji bo bersiva bendewariyên pêkanîna yekîtiya neteweyî ya gelê me û hêzên parastina hevpar; Ji bo me hemûyan, tevayî rêxistin û komên Kurdistanî bûye wezîfeyeke ku nayê taloqkirin. Bîranîna fermandarê pêşmergeyan şehîd Dilşad Ezîz û tevayî şehîdên berxwedanê fermana vê didin.”
KCK herî dawî got, “Bi pelçiqandina faşîzma DAIŞ a êrîşî hebûn û azadiya Kurdistanê dike, ji bo gelê me bi awayekî azad, bi ewle û di nav hizûrê de bijî em careke din soz didin ku bi hemû hêza xwe bi biryardariyeke mezin û ruhê fedayî em ê têkoşînê pêş bixin.”
Hêjayî gotinê ye ku Şehîd fermande eqîd Dilşad Ezîz êvara roja duşemê 16 / 2 / 2015 li çeperên şer li qeza Şengal bi guleya sekvanên terorîstên DAIŞ şehîd bû û tevlî karwana pakrawanên Kurdistanê bû.
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25