Jinên Kurd cihê xwe di erkê polîsê trafîkê de digrin

kurdistani 01:01 PM - 2015-02-15
Jinên Kurd cihê xwe di erkê polîsê trafîkê de digrin

Jinên Kurd cihê xwe di erkê polîsê trafîkê de digrin

Li navenda trafîkê ya bajarê Girkê Legê ya Rojavayê Kurdistanê ku ev nêzî salekê ye hatiye avakirin, 3 jin bi xebata xwe balê dikişînin.

Navenda polîsan a bajarê Girkê Legê di 1’ê adara 2014’an de hate vekirin.  Ji destpêka avakirina navendê ku 11 kes lê kar dikin ve 3 endamên jin beşdarî xebatan bûn û roleke aktîf lîstin.

Bi armanca rêgirtina li pêşiya diyardeyên derqanûnî û qezayên tirafîkên, rojane hemû endamên navendê serê sibê civîna xwe li dar dixin û nobedariya endamên jin û zilam, her wiha belavbûna wan li ser noqteyên sereanserî bajêr diyar dikin.

Di civînê de her wiha nobedarên navendê jî tên diyar kirin. Erka nobedarên navendê jî ew e ku tirimpêlên ji derveyî Kantonê û Sûriyeyê derbasî bajêr dibin qeyd bikin. Her wiha belgepênaseyekê didin wan ji bo ku tirimpêlên xwe li Buroya Veguhastinê ya girêdayî Desteya Veguhastinê ya bajêr qeyd bikin. Nobedarên navendê hemû motoskilêtên bajêr û gundên girêdayî wê bi navên xwediyên wan qeyd dikin.

Hersê endamên jin ên navendê di du dewreyên perwerdeyê re derbas bûne û li ser sîstema hatûçûnê, qanûnan, şêwaza danûstandina bi welatiyan re, mijarên ramiyarî û siyasî, dîroka Kurdistanê, dîroka jinan, netewa demokratîk, parastina rewa, şerê taybet ders dîtine.

Yek ji endamên navendê Bêrîvan Elî diyar kir ku ew wekî jin dikarin bi rola xwe ya pêşeng di hemû aliyan de bilîzin. Bêrîvan got ku ew bi armanca birêxistinkirina civakê tevlî vê xebatê bûye û wiha got: “Karê me di hemû aliyan de bi rêk û pêk dimeşe û me gelek pirsgirêkên hatûçûnê di bajêr de çareser kirin. Her wiha me hemû tirimpêl û alavên bajêr û gundên girêdayî wê qeyd kirine.”

Bêrîvan di axaftina xwe de got ku karê wan bi hevkariya gelek saziyên bajêr wekî komîn, Mala Gel, Buroya Veguhastinê ya girêdayî Desteya Veguhastinê tê meşandin û wiha li pêde destnîşan kir: “Girêdana jinan bi civakê re cewherî ye. Ji ber vê yekê jin di xebatên hatûçûnê de bêtir dikarin ji civakê ve nêzîk bibin û civakê bi rêxistin bike. Em vî karî bêtirî zilaman karê jinan dibînin.”

Rênas Ferzende ku ew jî berpirsyariya arşiva navendê dike, diyar kir ew hemû qeza û destûrên ku ji Buroya Veguhastinê re tên şandin qeyd dikin û bi vê yekê dikarin tirimpêlên derqanûnî zû derbixin û rê li pêşiya tevliheviyê û qezayên tirafîkê bigirin.

Rênas Ferzende bang li hemû welatiyan û ajokaran kir ku bi wan re bibin alîkar û li gorî qanûnên hatûçûnê yên Rojavayê Kurdistanê tevbigerin.

PUKmedia/ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket