Şandeya Parlemana Kurdistanê serdana Kobanê kirin

kurdistani 11:27 AM - 2015-02-14
Şandeya Parlemana Kurdistanê çûn kantona Kobanê

Şandeya Parlemana Kurdistanê çûn kantona Kobanê

Şandeke parlemanî ji parlemanterên başûr û bakûr  Kurdistanê, her weha şandeke kantona efrînê bi serokatiya serokwezîra Efrînê serdana kantona Kobanê kirin.

Şanda başûrê Kurdistanê ji 8 endamên perlama Kurdistanê ku ji nûnerên fraksyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNK û Partiya Demokrata Kurdistanê û tevgera Goran pêkhatibûn.

Her weha şanda parlemana Kurdistanê nîşandeya şerfê weku rêzgirtin ji serkeftinên li dijî rêxistina terorîst a DAIŞ û qehremanî û qurbaniyên ku Yekîneyên YPG/YPJ nîşandane pêşkêşî kantona Kobanê kirin.

Endamê parlemana Kurdistanê yê ser bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Salar Mehmud ji PUKmedia`yê re axivî û destpêkê serkeftina bajarê Kobanê pîroz kir û diyar kir ku ewê beşdarî di avakirina Kobanê de bikin û tişta bikevê ser milê wan ewê pêşkêş bikin.

Her weha şanda bakûrê Kurdistanê jî bi serokatiya endamê parlemanê yê parêzgeha Rihayê Îbrahîm Ayhan bû. Ayhan jî berxwedana Kobanê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞ  bi bilind nirxand  û got: Serkeftina kobanê bi wateya serkeftina li dijî terorê ye jiber ku Kobanê ji dêvla hemû cîhanê şer kir.

 Her weha şanda kantona Efrînê jî bi serokatiya serokwezîrê kantonê Hêvî Mistefa bûye û di nava şanda kantona efrînê de jî 5 endazyar hebûne bo pêşkêşîkirina alîkariyê bo avakirina kobanê bûne.

PUKmedia/Eşref Mehmud- Kobanê

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket