Kobanê: 41 terorîstên DAIŞ hatine kuştin

kurdistani 12:34 PM - 2015-01-12
Kobanê: 41 terorîstên DAIŞ hatine kuştin

Kobanê: 41 terorîstên DAIŞ hatine kuştin

Li her sê bereyên şer ên bajarê Kobanê di 2 rojên borî de û heya niha 41 terorîstên DAIŞ ji aliyê hêzên hevbeş ve hatine kuştinê û ziyanên mezin gîhandine wan.

Berdevkê fermî yê hêzên Volkan Firat Ehmed heso div ê derbarê de ji PUKmedia`yê re ragihand: terorîstên DAIŞ di roja 7/1/2015`an de êrişî dibîstana Reş û navçeya girê Miştenûrê kirin ku ji aliyê hêzên Volkan Firat û YPG ve hate kontrol kirin û 13 terorîstên DAIŞ hatine kuştin.

Ehmed Heso got: Roja 10/1/2015 jî terorîstên DAIŞ ji sê qolan ve êrişî bereya rojhilatê kirin lê belê bi tundî bersiva wan hatiye dan û 17 terorîstên DAIŞ kuştine.

Heso amaje bi wê yekê jî kir ku îro danê sibehê jî terorîstên DAIŞ êrişî navçeya girê Miştenûrê kirin lê ew ketin kemîna hêzên YPG û Volkan Firatê û di heman demê de bombardumana hêzên pêşmerge jî ziyanek mezin gîhandiye terorîstên DAIŞ û 11 terorîst hatine kuştin û laşê 9 terorîstan bicî mane.

PUKmedia/Saman Yareweys

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket