Di eniya xwe de birîndar bû dîsa vegeriya şer
kurdistani 10:41 AM - 2015-01-06Şervanekî YPG`ê bi sekvanê di eniya xwe de birîndar bû, lê dîsa vegeriya şer
Şervanekî YPG`ê bi sekvanê di eniya xwe de birîndar bû, lê dîsa vegeriya şer.
Hat zanîn ku li bajarê Kobanê, beriya demekê ku Şervanekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) piştî şerekî dijwar li dijî çeteyên DAIŞê ku bi giranî birîndar dibe, careke din vedigere meydana şer û di eniya pêşê de, cih li dijî DAIŞê.
Şervanê YPG`ê Fewaz Hecî yekek ji lawên qehreman yên kantona Kobanê ye, di şerekî pir dijwar de, ji aliyê sekvanên Rêxistina Terorîstî yê bi navê Rêxistina Dewleta Îslamî ya li Êraq û Şamê ve, di eniya xwe tê birîndarkirin û piştî ku birîna wî baş dibe careke din vedigere nav eniya şer li kelhaya berxwedanê (Kobanê).
Li gor hinek jêderên agahdar ji rewşa şervan Fewaz Hecî didin zanîn ku ew şervan piştî ku di şereke pir dijwar û tund de, bi awayekî metirsîdar di eniya xwe de, birîndar dibe, kesî bawer nekir ku ji şehîdbûnê rizgar bibe, lê piştî demekê ji dermankirin û tedewîkirina pizîşkî, . derbasî nexweşxaneyê dibe û piştî derbasbûna dema başbûna tenduristiya xwe, bi awayekî sûrbûn û eynatî, ew li ser biryara xwe û bi vîna xwe ya azad, careke din vedigere meydana şer û daxwaza wî ji berpirsên YPG`ê ew e ku rê bidin wî tako di eniya herî li pêş û rû bi ruyê çekdarên terorîst ên DAIŞê şer bike û tola hevalên xwe yên şehîd ji wan hovan rake.
Şervanê efsaneyî yê şehîdê zindî heval Fewaz Hecî, bi vê pêngava xwe ya şoreşgerî û kurdperwerî û mêrxwesgerî, peyameke girîng û pir aşkire ji terorîst û tevahiya neyarên gelê Kurd re şand ku êdî hûn çi bikin, hûn li hember vîna me û doza me ya rewa bi sernakevin û êdî ji axa me derkevin û dest ji siyaseta hovane û dagîrkerî berdin.
Bi rastî ev yek, gelek girînge ku kesên wiha di nav miletekî de hebin û xwedî vîn û bawerî bin, wê demê, ti hêz di dunyayê de nîne ku vê vînê bi esanî bişkînin. Û Çlakiya fedayî ya vejandina berxwedana Kobanê ya dîrokî hevala nemir Arîn Mîrkan Efrîn, weke destpêşxera herî sereke bû di vêxistina agirê berxwedan û xweragiyê li hemberî çekdarên hov yên terorîstên serdema sedsala 21`an ku ji bilî serbirîn û kuştin û talankirin û wêrankirina bi navê Îslamî, tu tiştên din nas nakin.
Ji ber vê yekê, îro ji tevahiya welatên cîhanê û ji miletên ser gerdunê, şervan û şoreşger berê xwe didin nav rêzên Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jina Kurd li Rojavayê Kurdistanê û bi taybet li Kobanê û şerê li dijî terorîstan mil bi milê şervanên azadiya welatê Rojê dikin û ev bi xwe ji xwe destkeft û serkeftineke mezin û dîrokî ye ji gelê Kurd re.
Hêjayê gotinê ye ku her hevalakî ji şervanên YPG-YPJ`ê birîndar dibin, razî nabin ku derbasî nav axa Bakurê Kurdistanê bibin ji bo dermankirin, lê ew dixwazin tenê li nav Kobanê, bêne derman kirin tako zûh bi zuh derbasî nav şer bibin û bajêr ji terorîstan paqij bikin.
PUKmedia-Hozan Efrînî
hewal ziyatr
-
Genimê cotkarên Herêma Kurdistanê 2 trîlyon dînar e
05:22 PM - 2024-05-01 -
Qubad Talebanî: Em ji bo yekkirina mafên yasayî yên kedkaran kar dikin
12:23 PM - 2024-05-01 -
Mekteba Siyasî: Karker di refên herî pêş ên tevgera Kurd de bûn
11:16 PM - 2024-04-30 -
Talebanî: Em her hewlek ji bo paşxistina hilbijartinan red dikin
05:58 PM - 2024-04-30
zêdetir tamaşe bike
Mekteba Siyasî YNKê di civînê daye
06:25 PM - 2024-05-01
Amadekariyên me ji bo hilbijartina berdewam in
04:35 PM - 2024-05-01
Serok Bafil: Karkirina ji bo bihêzkirina mafên karkeran yek ji erkên Yekîtî ye
01:36 PM - 2024-05-01
Rêwaz Fayq: Nabe derfeta Hilbijartinê ji dest bidin
12:14 PM - 2024-05-01
zortrin xwendraw
-
Kurdistan deyndarê kedkaran e
Kurdistan 10:36 AM - 2024-05-01 -
Rêwaz Fayq: Nabe derfeta Hilbijartinê ji dest bidin
Kurdistan 12:14 PM - 2024-05-01 -
Mekteba Siyasî: Karker di refên herî pêş ên tevgera Kurd de bûn
Kurdistan 11:16 PM - 2024-04-30 -
Mekteba Siyasî YNKê di civînê daye
Kurdistan 06:25 PM - 2024-05-01 -
Serok Bafil: Karkirina ji bo bihêzkirina mafên karkeran yek ji erkên Yekîtî ye
Kurdistan 01:36 PM - 2024-05-01 -
Amadekariyên me ji bo hilbijartina berdewam in
Kurdistan 04:35 PM - 2024-05-01 -
Qubad Talebanî: Em ji bo yekkirina mafên yasayî yên kedkaran kar dikin
Kurdistan 12:23 PM - 2024-05-01 -
Genimê cotkarên Herêma Kurdistanê 2 trîlyon dînar e
Kurdistan 05:22 PM - 2024-05-01