Serok Bafil: Baweriya min bi diyaloga bi dijminan re heye

Kurdistan 09:08 PM - 2024-05-08
Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî  Ajans

Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî

Serok Bafil Celal Talebanî Amerîka

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî di hevpeyvînekê de ligel Enstîtuya Newline li Washingtonê got: Ez bi diyalogê bawer im, heta bi dijminan re.

Serok Bafil: YNK bi biryar û yekdeng e

Serok Bafil di serdana xwe ya Amerîka de di hevpeyvînekê de li Enstîtuya Newline li Washingtonê got: Niha YNK bi biryar û yekdeng e, Welatî li gorî hilbijartinên berê me dadbar dikin û ev jî dibe alîkar ku em di hilbijartinên pêş de zêdetir kursiyan bi dest bixin.

 

YNK û PDK du partiyên cuda ne
Di derbarê peywendiyên YNK û PDKê de jî Serok Bafil peywendiyên di navbera wan de ne aram wesif kir û got:“YNK û PDK du partiyên cuda ne, lewma xwedî îdeolojî, siyaset, pêkhate û ramanên cuda ne.’’
"Derbarê hêza me ya hevbeş de, ez difikirim ku têkiliyên me carinan xirab in û carinan pir xirab in, û ev yek bi welatên cîran re, nemaze zextên wan ve girêdayî ye, ji ber vê yekê têkilî zor rêkû pêk nînin lê başin " Serok Bafil dibêje.
Serok Bafil: Baweriya min bi diyalog û têgihiştinê heye

Ji aliyê din ve Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi berfirehî behsa pêwendiyên YNKê kir û got:"Ji bo Iraqê nêrîneke min heye. Ezê bi birayên xwe yên Amerîkî û Îranî re û piştre jî bi Serokwezîrê Iraqê re biaxivim. Me bi birayên xwe yên Amerîkî re mil bi mil şer kir û ne hêsan e ku em bêjin DAIŞ bi dawî bûye.

Serok Bafil got: "Ez bi diyalog û têgihiştinê bawer im. Bi baweriya min girîng e ku bi her kesî re, bi dijminan re jî diyalog were kirin. Heke hûn dixwazin aştî an dijminatiyê bikin, divê xwendin û têgihîştina me hebe, ji ber vê yekê em têkiliyê dixwazin." “Pêwendiyên min bi Îran û Amerîkayê re baş in û me gelek caran sûd wergirtiye.

Ev çend roj in Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li Amerîkayê ye.  Di hevdîtinên siyasî û dîplomatîk de, ewê bi navend û enstîtûyên lêkolînê yên navneteweyî re jî çend gotûbêjan bike.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket