Îstiqrar û rêveberiya saxlem helwesta me ya neguherbar e

Kurdistan 06:04 PM - 2024-05-08
Serok Bafil û Kongresman Tim Burchett Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokê YNKê

Serok Bafil û Kongresman Tim Burchett

Pêyiwendiyên Dîplomasî YNK Amerîka

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî, li Washingtonê li gel endamê Lijneya Karûbarên Derve ya Encûmena Nûneran (Komaran) Kongresman Tim Burchett civiya.

Di hevdîtinê de Serok Bafil Celal Talebanî gotûbêjeke berfireh li ser rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê, şerê li dijî terorê û yekxistina hêzên Pêşmerge pêşkêş kir. Her wiha tekezî li ser pabendbûna YNKê bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêkan  kir , berdewamî û serkeftina gotûbêjên navbera Amerîka û Iraqê faktora aramî û pêşketina welat di warên cuda de ye.

Di hevdîtinê de Serok Bafil Celal Talebanî balkişand li ser hewlên YNKê ji bo xizmetkirina xelkê û pêşxistina desthilatdariya Herêma Kurdistanê û got ku aramiya jiyana xelkê û rêveberiya saxlem helwesta me ye ku nayê guhertin û ji wê yekê dûr nakevin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket