YNK ji bo 2 salan parêzgariya Kerkûkê razî nabe lê PDK razî ye

Kurdistan 09:47 PM - 2024-05-06
Serokê Eniya Tirkmenî ya Iraqê Hesen Turan Malpera Hesen Turan

Serokê Eniya Tirkmenî ya Iraqê Hesen Turan

YNKê Kerkûk

Serokê Eniya Tirkmenî dibêje, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) razî nîye  posta parêzgariya Kerkûkê bi du salan ware  parvekirin lê  Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) razî ye.

PDK, Ereb û Tirkmen jî memnûn in

Serokê Eniya Tirkmenî Hesen Turan dibêje:“YNK razî nabe ku 2 sal îdareya Kerkûkê bê dayîn bo aliyekî din, ango 2 sal parêzgar û serokê encûmenê bê guhertin.’’

Her wiha got: “Ji bilî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Ereb, Tirkmen û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) jî ji vê pêşniyarê razî ne. Hesen Turan di bernameya diyalogê ya Şerqiye Newsê de daxuyanî da.

YNK yekeme û parêzgarê Kerkûkê heqê wê ye

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di hilbijartinên encumenên parêzgeha Kerkûkê de 5 kursî bidest xist.

Endamekî Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji PUKMEDIA re ragihand:“YNKê posta parêzgariya Kerkûkê wek mafê kurdan dibîne û di nav kurdan de jî wek serkeftiyê hilbijartinan layiqî YNKê dibîne.

Di vî warî de Dr. Ehmed Fatîh Endamê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ji PUKMEDIA re ragihand:  “Di navbera aliyên serkeftî de ti rêkeftinek ji bo pêkanîna encûmena parêzgehê çênebûye û hewlên di vî warî de berdewam in û YNK jî li gel beşdariya hemû pêkhateyan e.

Îtîlafa Kerkûkê %43 dengan heye

Di 18ê Kanûna 2023an de, hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê li Kerkûkê birêve çû, ku tê de hevpeymaniya Kerkûkê ya di navbera YNK û Komûnîstan de li parêzgehê herî zêde deng bidest xist û bi 157  hezar û 639 dengan ango bû hêza yekem ji hemû pêkhateyan 43 % dengan li parêzgehê û pênc kursî bi dest xistin.

Li Kerkûkê Kurdan 242 hezar û 716 deng (7 kursî), Ereban 212 hezar û 89 deng (6 kursî), Tirkmenan 97 hezar û 870 deng (2 kursî) û Xirîstiyanan jî 1703 deng (1 kursî) bi dest xistin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket