Wek parêzgehên din ên Iraqê genim jî ji cotkarên Kurdistanê tê wergirtin
Kurdistan 04:58 PM - 2024-05-06Civîna Serokwezîr û Wezîrê Çandiniyê
Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê yê Herêma Kurdistanê ragihand ku dê rewşa çandinî û avdaniyê li Herêma Kurdistanê pêşkêşî Serokwezîrê Iraqê were kirin û got:’’Rêkeftin li ser wê yekê hat kirin ku genimê cotkarên Herêma Kurdistanê îsal wek cotkarên naverast û jêrzemîna Iraqê be.’’
Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Bêgerd Dilşad piştî civîna li gel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî û Wezîrê Çandiniyê li ser rûpela xwe ya facebookê ragihand”"Piştî gotûbêjkirina rewşa çandinî û avê li Herêma Kurdistanê, me tekezî li ser wê yekê kir ku îsal cotkarên genimê Herêma Kurdistanê wek cotkarên naverast û başûrê Iraqê bin."
Fînansekirin hatiye pejirandin
Pejirandina dabînkirina bûdceya pêwîst ji bo destpêkirina avakirina her çar bendavên (Dalga, Bekirman, Mandawa, Teqtaq) û piştgiriya darayî û teknîkî ji bo avakirina bendav û pirojeyên avdanê bo bikaranîna çavkaniyên avê yên Herêma Kurdistanê, alîkariya darayî ji bo nûkirina sê bendavên girîng û stratejîk ên herêmê (Dukan, Derbendîxan, Duhok) dikin. Bêgerd Dilşad got
Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got: Hevdem alîkarî û asankarî ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyên çandiniyê di warê dabînkirina deynên çandiniyê, amûr, derman û kefên kîmyayî de.
Got jî: piştî guftûgokirina pirsa jor, biryar hat dayîn sibê Duşemê 6-6-2024 tîmên teknîkî yên her du wezaretên Çandinî û Iraqê bicivin û rêjeya wergirtina genimê cotkarên Herêma Kurdistanê li gorî berhemê diyar bikin.
Hevdem dirustkirina tîmeke hevbeş di navbera her du aliyan de ji bo bilezkirina avakirina çar bendavên stratîjîk yên jorîn, û diyarkirina rêjeya piştevaniya cotkarên herêmê li gor yasaya bûdceyê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
06:27 PM - 2024-05-18
YNKê li gorî destûrê hewl dide pirsgirêkan çareser bike
02:02 PM - 2024-05-18
Di salvegera koça dawî ya têkoşer Adil Murad de
10:19 AM - 2024-05-18
Serok Bafil: Pêwîstiya me bi hilbijartinên dadmend heye
07:38 PM - 2024-05-17
zortrin xwendraw
-
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
Kurdistan 06:27 PM - 2024-05-18 -
YNKê li gorî destûrê hewl dide pirsgirêkan çareser bike
Kurdistan 02:02 PM - 2024-05-18 -
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
Kurdistan 09:51 PM - 2024-05-18 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19