Serok Bafil li Washington: Em ber bi herêmek demokrattir ve diçin
Kurdistan 08:31 PM - 2024-05-07Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî û Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka Barbara Leaf
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li Washingtonê li Wezareta Derve ya Amerîkayê ligel Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo karûbarên Rojhilata Navîn Barbara Leaf civiya.
Di civînê de ku, Berpirsê Buroya Têkiliyên DerveYNKê Derbaz Kosret Resûl amade bû, dawî pêşhatên siyasî yên li Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê hatin gotûbêjkirin.Her wiha li ser mijarên hilbijartinan, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin.
Serok Bafil Celal Talebanî got ku divê hilbijartin di dema xwe de bên kirin û bersivê bidin daxwazên gel, demokrasiyê bigihînin asteke bilind û guhertinan di proseya rêveberiyê de pêk bînin.
Li ser pirsên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, her du alî li ser bidawîkirina nakokiyan, çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha destûrê û şopandina şirîkatiyeke rasteqîne di birêvebirina welat de li hev kirin.
Serok Bafil Celal Talebanî siyaset û stratejiya YNKê li ser hemû hevkêşeyan şirove kir û got ku YNK dê li ser hewlên xwe yên xizmetkirina xelkê û parastina aramiya navçeyê berdewam be. Bi vê mebestê em tekezî li ser berdewamiya diyaloga avaker û ber bi herêmeke pêşketîtir û demokratîktir dikin.
Xurtkirin û pêşxistina peywendiyên di navbera her du aliyan mijareke dinê vê hevdîtinê bû û berfirehkirina hevkarî û hemahengiyê dupat kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
09:51 PM - 2024-05-18 -
Encumena Nûneran serokekî nûh hildibjêre
11:27 AM - 2024-05-17
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19 Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
10:47 AM - 2024-05-19
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
06:27 PM - 2024-05-18
YNKê li gorî destûrê hewl dide pirsgirêkan çareser bike
02:02 PM - 2024-05-18
Di salvegera koça dawî ya têkoşer Adil Murad de
10:19 AM - 2024-05-18
zortrin xwendraw
-
Nêrweyî: Nûçeya Xebat peyameke îstixbaratê ye
Kurdistan 06:27 PM - 2024-05-18 -
Salvegera yekemîn hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî azad û demokratîk
Kurdistan 10:47 AM - 2024-05-19 -
74 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:46 AM - 2024-05-19 -
Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên hevpeyman civîneke bilind li dar dixin
Kurdistan 09:51 PM - 2024-05-18 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
Kurdistan 09:56 AM - 2024-05-19 -
Berdevkê YNK tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan ji bo zêdekirina baweriyê dike
Kurdistan 06:08 PM - 2024-05-19