Serok Bafil: Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê nayên paşxistin
Kurdistan 04:35 PM - 2024-04-07
PUKMEDIA
Serok Bafil Talebanî
Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê helwesta xwe ya derbarê hilbijartina şeşemîn dewreya
Parlamentoya Kurdistanê bi piştrastkirina Serok Bafil Celal Talebanî ku
"hilbijartin nayên paşxistin û dê di roja xwe ya diyarkirî de pêk werin.
Li gor
daxuyaniya Ofîsa Serok Bafil Celal Talebanî ku kopiyek ji malpera fermî ya
Yekîtiya Niştimanî a Kurdistanê (PUKMEDIA) re hatiye şandin, Serok Bafil niha
li Bexdayê ye û dest bi çend gotûbêj û hevdîtinên dîplomatîk kiriye.
Serok Bafil: Hewlên me ji bo parastina destkeftên darayî berdewam in
Îro 04.07.2024ê Serok Bafil Celal Talebanî di çarçoveya amadebûna xwe li Bexdayê û hevdîtina li gel Balyoza Amerîkayê li Êraqê Elena Romanski de pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê, dahatên darayî yên Herêma Kurdistanê û dosyaya hilbijartinan hatin gotûbêjkirin û di vê derbarê de Serok Bafil Celal Talebanî got: Ji destpêkê ve hewlên Yekîtiya Nîştimanî bo parastina mûçeyên karmendan li Herêma Kurdistanê bû û bi nakokiyên siyasî re neyê tevlihevkirin û di dawiyê de jî bi hewldana serokwezîr û dadgehê federal û dostên Kurdan vê pirsgirêkê çareser kirin.
Got jî: Yek ji karên pêşîn ên xebata me dabînkirina jîyaneke bi rûmet ji bo gelê me ye, emê hemû hewlên xwe di vî warî de bidin û em hêvîdar in ku hemû alî bi heman ruhî kar bikin ji bo bidestxistina armancên bilind.
Hewldanên Serok Bafil bo çareserkirina pirsgirêkên berdewam in
Di meha Eyara borî de Serokê Bafil Celal Talebanî 42 tevgerên siyasî û dîplomatîk li ser asta Êraq û navçeyê li gel berpirsan encamp da bo berevanîkirin ji mafên karmendan, pirsa mûçe û bûdceya herêmê û kar bo dîtina çareseriya radîkal a kêşeyên di navbera Herêm û Bexdayê de, ji ber ku ev dosya ji bo Serok Bafil Celal Talebanî giringiyeke taybet heye.
Li gor zanyariyên (PUKMEDIA) Serok Bafil beşek ji diyalog, hevdîtin û çalakiyên xwe yên siyasî û dîplomatîk ên li ser asta Êraq û navçeyê, ji balyoz, konsul û dîplomatan re û ligel Serokê Komarê Serokê Encûmena Federal û aliyên siyasî yên Êraq û Kurdistanê re terxan kiriye ji bo parastina pirsa mûçe û bûdce û debara jiyana welatiyan li navçeyê.
Serok Bafil: Em pabend in ku hilbijartin di roja diyarkirî de bên lidarxistin
Di derbarê hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê de jî Serok Bafil Celal Talebanî got: Em rêzê li biryaran digirin û rijd in li ser lidarxistina helbijartinan di roja diyarkirî de û em dixwazin prose bi awayeke şefaf û dadperwerane birêve biçe û li gor daxwazên hemû aliyan be.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Hêzên Dijî Terorê û Koalîsyonê 3 terorîst girtin
11:40 PM - 2024-05-08 -
Serok Bafil ji Dengê Amerîka re got: Hêzên Amerîkî yekser ji Îraqê dernakevin
10:58 PM - 2024-05-08 -
Daxwazên bazirganên bazara Qeyser li Hewlêrê rewa ne
09:22 PM - 2024-05-08 -
Çar bazirganên narkotîkê yên navneteweyî hatin girtin
09:15 PM - 2024-05-08
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Baweriya min bi diyaloga bi dijminan re heye
09:08 PM - 2024-05-08
Îstiqrar û rêveberiya saxlem helwesta me ya neguherbar e
06:04 PM - 2024-05-08
Serok Bafil li Washington: Em piştgiriya çaksazî û yekxistina hêzên Pêşmerge dikin
03:43 PM - 2024-05-08
Serok Bafil ji Kimberly Harrington re: Em bi enerjiyê bi berpirsiyarî tevdigerin
10:49 PM - 2024-05-07
zortrin xwendraw
-
Yekîtî îtirazê li biryara rawestandina rêkarên hilbijartinên parlementoyê dike
Kurdistan 12:43 PM - 2024-05-08 -
Serok Bafil: Baweriya min bi diyaloga bi dijminan re heye
Kurdistan 09:08 PM - 2024-05-08 -
Serok Bafil li Washington: Em piştgiriya çaksazî û yekxistina hêzên Pêşmerge dikin
Kurdistan 03:43 PM - 2024-05-08 -
Îstiqrar û rêveberiya saxlem helwesta me ya neguherbar e
Kurdistan 06:04 PM - 2024-05-08 -
Berdevkê YNKê: Tenê partiyek hilbijartinan naxwaze
Kurdistan 06:21 PM - 2024-05-08 -
Berpirsê navenda yasayî: Nêta Partî paşxistina hilbijartinan e
Kurdistan 10:28 AM - 2024-05-09 -
Çar bazirganên narkotîkê yên navneteweyî hatin girtin
Êraq 09:15 PM - 2024-05-08 -
Daxwazên bazirganên bazara Qeyser li Hewlêrê rewa ne
Kurdistan 09:22 PM - 2024-05-08