Bi amadebûna Dr. Berhem û Hêroxan semînera qeyrana keltor û kelepora Êraqî destpê kir

kurdistani 12:49 PM - 2015-04-26
Bi amadebûna Dr. Berhem û Hêroxan semînera qeyrana keltor û kelepora Êraqî destpê kir

Bi amadebûna Dr. Berhem û Hêroxan semînera qeyrana keltor û kelepora Êraqî destpê kir

Berya niha bi kêlîkekê bi amadebûna cîgirê duyemê sekreterê giştiyê Yekîtiya niştimanî ya Kurdistanê Dr. Berhem Salih û endama mekteba siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Hêro Îbrahîm Ehmed û bi hevkariya peymangeha herêmî û xwenddina navdewletî li gel beşa zanistên civakî, li jêr navnîşana (qeyrana keltor û kelûpora Êraqî, plan ji bo pêşerojê0 yekem semînera keltorî û kelepora Êraqî li zanîngeha Emerîkî li Êraq – Silêmanî destpê kir.

Yek ji mamosteyên zanîngeha emerîkî li Êraq – Silêmanî, Dr. Bîlal Wehab sebaret bi semînerê ji Xendanê re ragihand: Di wê semînerê de hejmarek diyar ji zana, lêkoler, siyasetmedar, berpirsên hikumî û şarezayên di biwarê keltor û rojnamevanên li kurdistanê û Êraqê beşdarî di semînerê de dikin û nêrîn û dîtinên xwe sebaret bi keltor û kelepora li navçeyê tînin ziman.

Dr. Bîlal Wehab ew jî diyar kir û got: Semînera îsal di demeke hestyar de tê lidarxistinê di demekê de ku DAIŞ bi bername keltor û şûnwarên dêrîn yê bakûrê Êraqê wêran dike, her weha vekirina mûzexaneya Bexdadê tî ronahî dixe ser ew rola pozetîf ku keltor û kelepor dikare li navçeyê hebûna xwe nîşan bide.

Ew mamosteyê zanîngeha Emerîkî li Êraq – Silêmanî da zanîn ku, semîner ji sê babetên giring pêk tê û têde hewl didin ronahî bixin ser buhayên keltor û keleporê, wêrankirina şûnwaran û bazirganîkirina bi wan û şiyana parastina keltor û dîroka navçeyê.

Hêjayî gotinê ye ku di panêla yekem de bi amadebûna çendîn berpirsên pêwendîdar û şareza di biwarê kelepor û dîrokê her weha bi amadebûna birêvebirê kelepora Wetenî ya Êraqî û birêvebirê kelepora Nasiriye , di semînerê de wê behsa giringiya keltor û keleporê di warê dîrokî li Êraqê de bête kirinê.

PUKmedia/ Xendan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket