Serokomar berve Misrê ve birêket

kurdistani 04:04 PM - 2015-03-27
Serokomar berve Misrê ve birêket

Serokomar berve Misrê ve birêket

Berya niha bi kêlîkekê, serokomarê Êraqê Dr. Fuad Masum ji bo beşdarîkirna di kongireya lûtkeya erebî de berve welatê Misrê birêket.

Derbarê vê yekê de, berdevkê fermiyê serokayetiya komarê Xalid Şiwanî li nava balafirxaneya Bexdadê ya navdewletî ji kanalên ragiandinê re da xuyand ku: Niha amadekarî temam bûne ji bo birêketina serokomar Dr. Fuad Masum bo welatê Misrê.

Şiwanî got. Mebest li serdana serokomar bo welatê Misrê ji bo beşdarîkirina di kongireya lûtkeya erebî ye ku wê sibe li bajarê Şerm Şêx ya welatê Misrê despê bikê ye.

Xalid Şiwanî got: Biryare di kongireya lûtkeya erebî de, serokomar gotara xwe pêşkêş bike û têde behsa rewşa ewlekarî ya Êraqê û têkşikandina DAIŞ bike.

Biryare piştî gihêştina serokomarê Êraqê bo Misrê ji aliyê serokomarê Misrê Ebdulfetah Sîsî ve were pêşwazî kirinê.

PUKmedia/Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket