Polîtburoya YNK`ê bi bona salvegera kîmyabarana bi ser Helebçe de rê û resimek lidarxist
kurdistani 02:52 PM - 2015-03-17Polîtburoya YNK`ê bi bona salvegera kîmyabarana bi ser Helebçe de rê û resimek lidarxist
Polîtburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê li barageha xwe ya li bajarê Silêmaniyê roja duşemê 16 / 3 / 2015`e bi bona 17 salvegera kîmyabarana bi ser Helebçe de rê û resmek lidarxist.
Rê û resim bi xulekek rê girtin li bîranîna şehîdên Helebçe dest pê kir, rê û resim bi amadebûna berpirsê desteya kargêr ê polîtburoya YNK`ê Mela Bextiyar, endamê desteya kargêr ê polîtburoya YNK`ê Omer Fetah, hejmarek ji endamên polîtburoya YNK`ê, endamên encumena serkirdeyetiya YNK`ê û berpris û kardrên polîtburopya ya YNK`ê birêve çû.
Di rê û resimê de û bi bona bîrxistina kerasata Helebçe û weku wefadarî li gel 5000 şehîdên Helebçe yên di sala 1988 de şehîd bûn, ala Kurdistanê hate danîn xarê.
Mela Bextiyar bi gotarekê ku bi bona vê rojê pêşkêş kir got; Beriya her tiştî xelkê bajarê Helebçe silav dikim, fermêskên wefa û minetdariyê bi ser gora şehîdên kîmyabaranê de û hemû şehîdên Kurdistanê de dirjînim.
Di demekê de ku em îro salvegera kerasata Helebçe bi bîrtînin, Helebçe cavên wê li asoyeke nû û qonaxeke nû ye û xala yekem ewe ku Helebçe îro li Herêma kurdistanê parêzgeheke fermî ji parêzgehên Herêmê ye û ev yek gelekî girînge.
Xala duyem jî ew e ku di hema em niha têde salvegera kîmyabarana bi ser bajarê Helebçe de bi bîrtînin, qehremanên Kurdistanê li Kerkûkê rûbirû şerê terorîstan dikin û li hember êrişan li berxwe didin û di encam de hejmarek ji deverên stratejîk rizgarkirin.
Û dibe ku niha pêşmergeyên Helebçe, polîsê Helebçe û hêzên asayêşa Helebçe beşdarin di nav êrişên qehreman de.
Û dibe ku niha û di heman dema em têde vê axafitina xwe pêşkêş dikin hejmarek ji Pêşmerge û di qadên şer şehîd û birîndar bikevin û weku şehîd bêne tomar kirin.
Mela Bextiyar her wiha bal kişand ser bi wê yekê ku; Bi parêzgehkirina Helebçe pêngaveke dadwer bû û em hêvîdarin hemû qeza û navçeyên Helebçe li pirsa bi parêzgehkirina Helebçe bi cave qurbaniyên mezin ên Helebçe dane tameşe bikin, Parêzgeh bi giştî bête avadan û avakirin hemû alî dest bidin hev ligel hev alîkar bin û em ji aliyê xwe ve amadene her cure xizmetê pêşkêş bikin.
Û wiha pê de çû: Em weku YNK`ê di danûstandinên ji bo bi parêzgehkirina Helebçe me gelek nermbûn diyar kirin, ta Helebçe bibe bi parêzgeh û em karibin hemû pêdiviyên wê dabînin bikin û emê berdewam bin di pêşkêşkirina piştgiriyê de.
Her wiha tekez li ser wê yekê kir ku Helebçe çi bi çûk be yan mezin be ji her çi postekî mezintire, bila îro potên me kêm û biçûk bin, lê sibe û dema Helebçe mezin bibin dê em hemû ligel mezin bibin, ji ber vê çendê em weku YNK`ê bi çavekî girîng li pêşkêşkirina xizmetê bi bajarê Helebçe û avakirina saziyên Helebçe û dabîninkirina pêdiviyên wê temaşe dikin.
Her wiha weku YNK`ê em tekez li ser wê yekê dikin ku qerebûkirina qurbaniyên kîmyabarana bi ser Helebçe ne bitenê li Helebçe lê li seranserî Kurdistanê, erekek netewî ye, û divê ne bitenê hikûmeta Êraqê lê hemû ew kompanyayên çek û madeyên kîmyayî dane Êraqê û destê wan di vê tewana li dijî mirovahiyê heye qurbaniyên Helebçe qerebû bikin.
PUKmedia / Pukpb
hewal ziyatr
-
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
11:15 AM - 2024-04-26 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24
zêdetir tamaşe bike
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
09:14 PM - 2024-04-24
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
zortrin xwendraw
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25 -
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
Kurdistan 11:10 AM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
Kurdistan 11:15 AM - 2024-04-26