Polîtburoya YNK`ê : Em dupat dibêjin em bi daxwazên rewa yên xelkê Helebçe pabendin
kurdistani 09:19 AM - 2015-03-17Em dupat dibêjin em bi daxwazên rewa yên xelkê Helebçe pabendin
Ragihandina polîtburoyaYekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bi bona 27 salvegera bombebarankirina bajarê Helebçe bi çekên kîmyayî beyannameyek da, eve deqa beyannameyê:
Gelê Kurdistanê
Welatiyên Parêzgeha Helebçe yên xweşdevî
Kesûkarên şehîdên bi rûmet
Bi bona 27`mîn salvegera bombebarana bi çekên kîmyayî bi ser bajarê şehîd Helebçe de, em serî li ber şehîdên bajarê şehîdan û navenda zanist û Kurdeyetiya bi rûmet ditewînin, careke din û bi bona vê keraseta bi ser welat û netewa me de hatî û ligel xemgînî û hevxemiya me, em ji dilve ew giyana meydanxwaz a xelkê Helebçe li hember zordarî û stemkariya dujminan, dagikeran û terorîstan ji dilê Helebçe ve berz û bilind dinirxînin, em careke dikin dupat dikin ku em bi daxwazên rewa yên xelkê Helebçe û hemû daxwazên rewa yên gelê me yê Kurd ve girêdayî û pabendine.
Xûşk û biyarên xweşewîst
Beriya bi 27 salan û dema ku Helebçe di nav gaza bi jehir a kîmyayî de û di nav bêdengiya civaka nandewletî ya tirsenak de divetisî, gelê Kurd ê bê war û bê piştevan bû, bi tenê xwedî vîna xwe û berxwedana xwe, çiya û tekoşîna xwe ya rewa ya rizgarîxwaz bû.
Şehîbûna Helebçe ji bo şehîdkirina netewekî ku di sedala bîstemîn de ji hemû mafên xwe yên mirovî, nîştimanî û netewî bê par ma ye zengila metirsîdar bû, Helebçe bi tev hemû êş û azarên û birînên bû navnîşana stemkarî û zordariya bi ser welatî û xaka Kurdistanê ve, her wiha bû bi navnîşana fedekariya Kurd li ser riya rizgariyê û azadiyê de.
Bi tev hemû êş û azaran Helebçe ji bo dengê Kurd di dawiya sedsala bîstem de bighêje cîhanê xwe feda kir û ji hinava wê ya bi azaran hatî sotandin, hemû zoriyên raperînê hilda sere xwe û bû hêviya azadî û ezmûna birêvebirina xwe bixwe ya Kurdistanê, ji ber vê çendê piştî sê salan azarên Helebçe desthilatdariya rêjîma Baas a kîmyayî ji nav bir û Helebçe bi tev Kurdistanê radestî xelkê wê kirk u ew jî gelê kurdistanê ye.
Xûşk û biyarên me yên Helebçe
Helebçe ligel ku bajarê şehîdane, ew di heman demê de bajarê bwexwedanê, sebra şoreşgerî û xweragiriyê ye, sebra li hember celadan, piştî rêjîma Baas ket, hermû berpirsên Baas û peyayên wan ji bo dîrokê bûne bi îbret.
Sebra Heleçe ya piştî kîmyabaranê bi ser de, gav bi gav bajarê Helebçe jinûve avakir û bi saya birêvebiriya desthiladariya Kurdistanê, bajarê Helebçe, weku di dil û wijdana Kurd de paytexta şehadetê û qurbaniyan e, bi rastî hêja bû bibe bi parêzgeh û paytexta aştiyê.
Helebçe xuya kir ku ew bi xweragiriya xwe ji celadan mezintire û ji kujerên xwe bêtir zîndîtire, bi vîna xwe ya bi hêz diyar kir ku ew serbilind e û çav li avadan û bêtir xizmetê ye û ew hêjayî bêtirî vê yekê jî.
Welatiyên bajarê şehîdperweran, kesûkarên bîranîna şehîdên Helebçe
Bila roja 27 a salvegra kîmyabarana bi ser Helebçe de bibe roja zîndîkirina hezkirina jiyanê û hebûn û geşdana Helebçe, roja rijbûna li ser îstihqaqên siyasî,birêvebirî û xizmetgozariya bajarê Helebçe bin, roja rijdbûn li ser danasandina Helebçe weku dawî qurbaniya ku rastî êrişa bi çekên kîmyayî hatî û danasandina tewana bombebarkirina Helebçe bi çekên kîmyayî û hemû kerasatên din ên weku zîncîreke komkujiyan bi ser neteweke zînd de hatine encam dan.
Wê xebata me li dijî stemkarî û tekoşîna me li dijî terorê û terorîstên DAIŞ ên Baasî, ta daxwazên rewa yên Helebçe û Kurdistanê bêne cîbicî kirin berdewam be, Helebçe weku bajarekî ku li hember stemkarî û zordariyê li berxwe da û weku navendekî mezin a Kurdeyetiyê hêjayî ciheke teybet e di vê xebatê de.
Bîranîna Helebçe dê her zîndî be, dê her bîranîna şehîdên wê di dil û wijdana Kurdistaniyan û cîhanê de be û mezintir bibe.
Ragihandina polîtburoya
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê
16 / 3 / 2015`e
PUKmedia / Pukpb
hewal ziyatr
-
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
11:15 AM - 2024-04-26 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24
zêdetir tamaşe bike
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
09:14 PM - 2024-04-24
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
zortrin xwendraw
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25 -
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
Kurdistan 11:10 AM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
Kurdistan 11:15 AM - 2024-04-26