Parlemanterekî pêşîn ê Êraqê hatiye teror kirinê

kurdistani 09:51 AM - 2015-01-31
Parlemanterekî pêşîn ê Êraqê hatiye teror kirinê

Parlemanterekî pêşîn ê Êraqê hatiye teror kirinê

Şeva borî 30-31/1/2015 li bajaroka Nixêbî ya ser bi bajarê Rumadî li parêzgeha Enbarê , di encama teqîna bombeke de endamê pêşîn yê encûmena nûneran a Êraqê Şêx Lorens Elhezal hatiye kuştin û 5 endamên malbata wî jî birîndar bûne.

Jêderekê ewlekariyê li parêzgeha Enbarê ji PUKmedia`yê re ragihand: Di dema vegeriyana wî parlemanterî bo mala xwe bombeyek bi otombêla Şêx Lorans Elhezal de ku şêxê eşîreta Enze ye teqiyaye û jiyana xwe ji dest daye û 5 kesên din ji endamên malbata wî jî bi giranî birîndarbûne.

Jêderê got. Piştre hêzên ewlekariyê çûne cihê rûdanê û dest bi lêkolînan kirine û termê Şêx Lorans rakirine pizîşka dadwerî ya bajarê Rumadiyê.

PUKmedia/Saman Yareweys

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket