Silêmanî: Şahiya serkeftina Kobanê li dibistana Kobanê hat lidarxistin
kurdistani 09:21 AM - 2015-01-31Dîmenek ji şahiya serkeftina Kobanê li Silêmaniyê
Ahenga serkeftina Kobanê li Dibistana Kobanê ya Silêmaniyê hat pîroz kirin.
Bi serpereştiya Encûmena Penaberên Rojavayê Kurdistanê li Silêmaniyê, û bi beşdarbûna Rêxistina Hawarê ya MafênPenaberênKurd-Sûriyêm ahengek ji bo serkeftina Kobanê hat lidarxistin.
Her weha di wê ahengê de, şandeyek e Rêxistina Hawar ya Mafên Penaberên Kurd-Sûriyê ku pêkhatibû ji serok Rêxistina Hawarê Hozan Efrînî û cêgirê serokê Hawarê Eladîn Mişo Kobanê.
Di wê ahangê de, endamê rêveberiya Encûmena Penaberan ya Rojava Mihemed Esmaîl gotarek pêşkêş kir û têde bi xêrhatina mêvan û xwendekarên Dibistana Kobanê kir û serkeftina Kobanê li hemû gelê Kurd pîroz kir.
Herweha endamên rêveberiya Encûmena Penaberên Rojava ku mamoste Xalid Ebdulah û Mihemed Yunis (Bavê Şivan) û Mihemed Îsmaîl jî amadeyî wê şahiyê bûn digel rêveberê Dibistana Kobanê û mamosteyên wê dibistanê, aheng bi coş derbas bû.
Piştî şahiya serkeftina Kobanê, xendekarên Dibistana Kobanê berê xwe dane polên xwendinê tako roja fêrgeriyê bi dawî bikin
Her weha serokê rêxistina Hawarê Hozan Efrînî gotarek derbarê serkeftina Kobanê û rola zarokên Kobanê di berxwedanaê de ji zarokên xwendekar yên dibistana Kobanê re şirove kir.
Di destpêka wê gotarê mde, pîrozbahî li tevahiya mirovahî û gelê Kurd û hemû şervanên YPG-YPJ`ê kir û spasiya pêşmerge û Eniya Kurdan û Burkan El-Firat û hêzên Nav Netewî bi taybet Emerîkayê kir û ev serkeftina îro bi destkefta tevahiya gelê Kurd û Kurdistanê nirxand. Her weha jib o malbatên şehîdan serxweşî xwest û ji birîndarên berxwedana Kobanê re jî cansaxî xwest.
Efrînî di axiftina xwe de, li ser serdana xwe ya Kobanê û çawaniya rola zarokên Kobanê di berxwedana Kobanê de anî ser ziman û asta berxwedana YPG-YPJ ku di wê dema zehmet de ku ne pêşmerge hebûn û ne jî hêzên navnetewî bi cedî lêdana DAIŞê nedikirin bi awayekî berfereh şirove kir.
Serokê rêxistina Hawarê di axiftina xwe de, amaje bi rewşa zarok û xwendekarên dibistanên seretayî yê li Kobanê kir û werbêj kir digel xwendekarên dibistana Kobanê kir ko çawa zarokên li Kobanê alîkariya şervanên YPG-YPJ`ê dikirin û xwe li gorî rewşa aloz amadekiribûn, lê piştî serkeftina Kobanê, wê bi serbilindî vegerin xwendina xwe di dibistanan de û wê xwedî canê rihet û serfiraz bin.
Hozan Efrînî di berdewamkirina axiftina xwe de, wiha ji şagirtên dibistana Kobanê re axifî û got; Ji ber ku zarokên li Kobanê bi canekî mêrxwesî nêzîkî jiyanê bûn, îro bi serketin û pêwîste şagirtên Dibistana Kobanê li Silêmaniyê vê yekê baş nasbikin û girîngî bi xwendina xwe bidin û digel mamosteyên xwe hevbîr bin tako di xwendina xwe de serkeftî bin û ewv erkê her xwendekarekî vê dibistanê ye.
Her weha Efrînî di dawiya axiftina xwe de, rola pêşmerge û hêzên navnetewî bi girîng da nirxandin û spasî hemû ew hêzên alîkariya YPG-YPJê kirin kir, her weha spasiya rêveberê Dibistana Kobanê û mamosteyên wê dibistanê jî kir û cansaxî ji serok Mam Celal re xwest û digel spasiyeke taybet ku ew xwedî rolaeke mezin bû di piştîvaniya li şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû.
Evên li xwerê, dîmenên şahiya serkeftina Kobanê li Dibistana Kobanê ya li Silêmaniyê
PUKmedia-Taybet
hewal ziyatr
-
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
11:15 AM - 2024-04-26 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24
zêdetir tamaşe bike
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
09:14 PM - 2024-04-24
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
zortrin xwendraw
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25 -
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
Kurdistan 11:10 AM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
Kurdistan 11:15 AM - 2024-04-26