Efrîn: Jibo zimanê Kurdî biryarên giring hatin standin
kurdistani 10:39 AM - 2015-01-18Li Efrînê konferansa zimanê Kurdî
Di konferansa SZK'ê Efrînê xebatên saziyê û sîstema perwerdeyê ya kantonê bi awayekî berfireh hate nîqaşkirin û biryarên girîng hatine standin.
Di berdewama konferansê de Perspektîfên Kordînesyona SZK ya Rojavayê Kurdistanê hatin xwendin. Piştre peyama pîrozbahiyê ku ji aliyê mamosteyên Zimanê Kurdî yên Kobanê ku ji ber rewşa şer nikarîbûn beşdarî konferansê bibin hate xwendin. Peyama mamosteyên Kobanê rastî elaqeyeke mezin a mamosteyan hate kirin û bi çepkên gerim hate pêşwazîkirin. Ji aliyê Şaxê Efrîn a Navenda Lêkolînên Istratîjî ya Rojava û gelek sazî û dezgehên din peyamên pîrozbahiyê ji bo konferasnê hatibûn şandin, hatin xwendin.
Di beşê duyemîn ê konferansê de xebatên SZK'ê yên sal û 2 mehan yên li Helebê û Efrînê hatin xwendin. Pişree mamosteyên beşdar nerîn û rexneyên xwe bi awayekî berfireh li ser naveroka raporê dan û mijarên cihê rexneyan bûn hatin diyarkirin.
Nav û sembola SZK-Efrîn bi giştiya dengan wekî berê ma
Di konferansê de rêziknameya hundirîn a SZK'ê hate xwedin û xal bi xal li ser naveroka wê hate nîqaşkirin. Di encama nîqaşan de nav û sembola SZK-Efrîn bi giştiya dengan wekî berê man û tu gugertin di mercên endamtiyê, sembol û navê saziyê de ne hatin guhertin.
Sîstema perwerdeyê ya kantonê ku dê di sala 2015-2016'an ve ku ji aliyê rêveberiya SZK'ê û Desteya Perwerdeyê ve hatibû amadekirin hate xwendin. Di sîstema perwedeyê de hate gotin: ''Jixwe di sala perwerdeya 2014-2015 an de ji bexçeyên zarokan, dibistanên dayîkê û heta bi refa sêyemîn bi giştî bû bi kurdî. Ji refa 4. heta bi refa 12. Jî ji bo her refê hefteyê 3 waneyên zimanê kurdî têne dayîn. Jixwe ev sê salin ji refa yekemîn heta refa 12 an waneyên zimanê kurdî têne dayîn. Vê bernameyê asteke baş bi xwendevanan re da avakirin.
Lewre wexte ku bername û meteryalên dibistanên seretayî di sala perwerdeya 2015-2016 an de bi giştî bibe bi kurdî. Heta refa sêyemîn weke berê xwerû bi kurdî be. Lê refên 4,5,6 madeya zimanê erebî û di refa 5,6 an de jî madeya înglîsî were dayîn. Di konferansê de gelek xalên girîng li ser derbarê pêşxistina ziman û perwerdeya kurdî hatin destnîşankirin. Her wiha biryar hate dayîn ku tekoşera kurd Viyan Emara ya ku di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da wekî sembola pêşxistina ziman bê diyarkirin û birya hate dayîn ku salan mamostyên SZK ê yên di warê xebat û pêşxistina ziman de li pêşbin li ser navê Viyan Emara bê xelatkirin.
Di dawiya konferanê de hilbijartin hatin lidarxistin û rêveberiya SZK ê ya nû ji 5 kesan hate hilbijartin. Mamosteyan konferans bi govend, stran û dirûşmeyên bi dawî anîn.
Sîstema perwerdeyê ya kantona Efrînê wiha hate diyarkirin
Sîstema perwerdeya pêş dibistanê-bexçeyê zarokan û dibistanên dayîkê bi giştî sê salin û giştî bi kurdî ye. Temenê 3 û 4 salî bexçeyê zarokan e. Temenê 5 saliyê jî dikeve çarçoveya dibistana dayîkê. Ji bo van 3 salên pêş dibistanê 3 pirtûkên ziman, 3 pirtûkên mûzîkê û di refa 5 an de pirtûkeke jimaryarî tê amadekirin. Wekî din wê perwerdeya zarokan zêdetir dîtbarî be.Refên Erebî Jî dê wiha be
Ji ber li herêmê gelê Kurd û Ereb hene. Bi taybetî li Efrîn navenda bajêr û navçeya Cindirêsê li gorî hejmara xwendevanên ereb ji refa 1. heya refa 6. ref ji wan re werin cudakirin û ew jî bi zimanê erebî bixînin.
Ji bo dibistanên erebî jî rêbaz wiha ye. Ew jî weke ya zimanê kurdî ji pêşdibistanê heta pola 3. Xwerû bi zimanê erebî ye. Di refa 4. de zimanê kurdî dikeve bernameyê hefteyê 3 wane. Di refa 5. de jî înglîsî hefteyê 3 wane dikevin bernameyê.
PUKmedia/ANHA
hewal ziyatr
-
Em difikirin ku PDK Dadgeha Federal wekî meclîs dibîne
12:35 PM - 2024-05-07 -
Terorîstek tê girtin
11:15 AM - 2024-05-07 -
YNK ji bo 2 salan parêzgariya Kerkûkê razî nabe lê PDK razî ye
09:47 PM - 2024-05-06 -
Li Silêmanî û Helebce 2 emîr û 5 terorîst hatin girtin
09:37 PM - 2024-05-06
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 12:43 PM - 2024-05-08 Yekîtî îtirazê li biryara rawestandina rêkarên hilbijartinên parlementoyê dike
Komîsyonê karê darayî û teknînî ya ji bo hilbbijartinên Parlematoyê rawestand
10:32 AM - 2024-05-08
Serok Bafil ji Kimberly Harrington re: Em bi enerjiyê bi berpirsiyarî tevdigerin
10:49 PM - 2024-05-07
Serok Bafil bo Koordînatorê Têkoşîna li Dijî Terorê: Teror hîn jî metirsî ye
10:07 PM - 2024-05-07
Serok Bafil li Washington: Em ber bi herêmek demokrattir ve diçin
08:31 PM - 2024-05-07
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil ji Kimberly Harrington re: Em bi enerjiyê bi berpirsiyarî tevdigerin
Kurdistan 10:49 PM - 2024-05-07 -
Serok Bafil bo Koordînatorê Têkoşîna li Dijî Terorê: Teror hîn jî metirsî ye
Kurdistan 10:07 PM - 2024-05-07 -
Serok Bafil li Washington: Em ber bi herêmek demokrattir ve diçin
Kurdistan 08:31 PM - 2024-05-07 -
YNKê li dijî giliya Mesrûr Barzanî serî li Dadgeha Federalî da
Kurdistan 02:47 PM - 2024-05-07 -
Komîsyonê karê darayî û teknînî ya ji bo hilbbijartinên Parlematoyê rawestand
Kurdistan 10:32 AM - 2024-05-08 -
Em difikirin ku PDK Dadgeha Federal wekî meclîs dibîne
Kurdistan 12:35 PM - 2024-05-07 -
Li Kurdistanê qanûnên nezelal ji bo bêdengkirina rojnamevanan
Kurdistan 05:00 PM - 2024-05-07 -
Yekîtî îtirazê li biryara rawestandina rêkarên hilbijartinên parlementoyê dike
Kurdistan 12:43 PM - 2024-05-08