Beyannameya fraksyona YNK li ser serkeftinên pêşmerge

kurdistani 02:16 PM - 2014-12-21
Beyannameya fraksyona YNK li ser serkeftinên pêşmerge

Beyannameya fraksyona YNK li ser serkeftinên pêşmerge

Fraksyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li parlemana Kurdistanê sebaret bi serkeftinên hêzên pêşmerge beyannameyek belav kiriye û têde pîrozbahiyê li xelkê Kurdistanê bi giştî û xwîşk û birayên Êzîdî bi taybetî dike.

Naveroka beyannameyê:

Serkeftinên yek lid û yek ên hêzên pêşmerge yên kurdistanê, duh li Celewla û îro jî li Şengalê û sibe jî li Kobanê berdewame. Eve jî wê yekê diselmîne ku bi morala hêzên pêşmerge û berxwedana xelkê Kurdistanê hatiye kirinê. Bi vê helkeftê jî em destxweşî li yek û yeku hêzên pêşmerge û şervanan û hêzên parastina Şengalê dikin û sere xwe jî li hemberî şehîdan ditewînin û pîrozbahiyê li tevahiya xelkê Kurdistanê bi giştî û xwîşk û birayên xwe ên Êzîdî bi taybet dikin. Çûnkî berxwedana wan li hemberî nehametiyê û koçberiya di dema borî de bûye bîngeha serkeftina îro, ew bûn ku biryar dan çiyayê Şengalê vala nekin û weku nimûneya berxwedanê bimînin. Giring ewe ye ku dive li ber çavê mebê ku serkeftina me bi yekîtiyê û yek gotariyê dibê û tu cudahiyê di navbera bostek ji axa welatê xwe nek, axa me li her beşekî Kurdistanê be pêwîste bi berxwedan bê û zarokên me jî bi bê cudahî cane xwe bo wê fîda bikin. Û ev serkeftine jî bibe derwazeyek bo vegerandina nasnameya netewî li tevahiya navçeyên Herêma Kurdistanê.

Fraksyona YNK li Parlemana Kurdistan
21/12/2014

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket