DAIŞ li Tikrîtê mizgeft û xaniyan diteqîne

kurdistani 10:23 AM - 2014-12-15
DAIŞ li Tikrîtê mizgeft û xaniyan diteqîne

DAIŞ li Tikrîtê mizgeft û xaniyan diteqîne

Terorîstên DAIŞ berdewamin di teqandina xanî û avahiyên fermangehên hikûmî û şûnwarên kevin û ziyaretgehên olî û mizgeftên dîrokî, di 24 demjimêrên borî de jî li bajarê Tikrîtê navenda Selahedînê 50 xanî teqandine û hejmarek mizgeft jî bombe kirine.

Jêderekê agahdar li encûmena parêzgeha Selahedînê ji PUKmedia`yê re ragihand: LI 4 cihên cuda ên bajarê Tirkrîtê bi taybetî li navçeyên Nimil, Xanûke, Taxa Esker û li bakûrê bajêr 50 xanî teqandine, ku piraniya wan jî xaniyên karmendên emnî û çekdarên xwebexşin. Ev ji bilî malên 8 pizîşkên bajar.

Wê jêderê got: Li gor zanyariyên li nava bajêr istixbarata hêzên artêşa Êraqê hatine şandinê, çend rêyên nava bajêr hatine bombekirin û her weha 7 mizgeftên nava taxan jî bi bombeyan saatî hatine bombe kirinê.

Wê jêderê ragihand jî ku egera ew karê terorîstên DAIŞ pêwendî bi tirsê ve heye ku hêzekî zor ya artêşa Êraqê û çekdarên eşîretan li derdora bajêr bi cî bûne û di demek nêzîk de êriş diukin ser bajêr daku rizgar bikin.

PUKmedia/Arîn Kamiran

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket