YNK beşdariya civîne Sosyal Internasyonal kir

kurdistani 10:38 AM - 2014-12-13
YNK beşdariya civîne rêxistina “SI” kir

YNK beşdariya civîne rêxistina “SI” kir

Duh 12/12/2014 rêxistina Sosyal Intyerrnasyonal SI li bajarê Cinêvê ya Siwîsrayê civîna encûmena rêxistinê destpê kir.

Civîn bi amadebûna nûnerê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ku endamê daîmî yaw ê rêxistinê ye her weha hejmarek zor ji partiyên siyasî ên Kurd jî amadebûn ji wan jî (Partiya Demokrata Kurdistan, Partiya Demokrata Kurdistan li Êranê, Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê û Partiya Yekîtiya Demokrat PYD) bûne.

Şanda Yekîtiya Niştimanî ji her yek li berpirsê mekteba pêwendiyên giştî Se`dî Pîre û berpirsên pêwendiyên derve Ebdulrezaq Feylî û nûnerê YNK li Siwîsra Newzad Gomeşînî pêkhatibûn.

Berpirsê mekteba pêwendiyên giştî yê YNK Se`dî Pîre di gotarekê de bi berferehî behsa pirsgirêka penaberên li Herêma Kurdistanê kir û cext li wê yekê jî kir ku kilîta çareserkirina kêşeyên koçber û penaberan tenê bi hevkariyên mirovî nayên çareserkirinê belku pêwîstî bi çareseriyên siyasî jibo herêmê heye taku bikarin bandore li ser kêşeyên penaberiyê bê kirin.

Piştre jî serokê komisyona penaberan UNHCR gotarek pêşjlş kir û têde behsa metirsiyên penaberiyê di ware mirovî de kir.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket