Xweseriya Demokratîk 1 Mijdarê roja berxwedana Kobanê ragihand

kurdistani 06:24 PM - 2014-10-30
1 Mijdarê roja cîhanî ya berxwedana Kobanê

1 Mijdarê roja cîhanî ya berxwedana Kobanê

Kordenasiyona giştî ya serokatiya Encumenên rêveberiyên hersê kantonên Rojava (Kobanê-Cizîrê Efrîn) roja 1 Mijdarê roja cîhanî ya berxwedana Kobanê ragihand.

Kordensyona Rêvebiriya Xweser a hersê kantonên Rojavayê Kurdistanê bi da xuyaniyekê ku kopyek jê hate berdestê PUKmedia roja 1 Mijdarê roja cîhanî ya Berxwedana Kobanê ragihan.
Eve deqa da xuyaniyê:

Ligel berdewamiya berxwedana giring ya ku lehengên YPG ê û hêzên Esayîşê di bajarê berxwedanê "Kobanê" de li dijî êrîşên babar ên ku hêzên olperest ên bi navê DAIŞ`ê tên naskirin û ligel wê yekê ku  ev berxwedan ketiye roja xwe  45 de , berxwedana Kobanê bûye sembola berxwedanek mezin li dijî ev hêza tarî û olperest.

Ev berxwedan bû xala sereke ya yekîtiya netewî ya Kurdî û di hevpeymana Dihokê de hat nerxandin û bû wek bingehek ji yekîtiyek navnetewî li dijî terora Cîhanî "DAIŞ".

Li ser hîma xebat û keda Rêvebiriya Xweser û desteyên bi ser ve ne û hevgirtina azadîxwazan di gel de li serenserî cîhanê û bi mebesta bal bête kişandin ser bi tekoşîn û fedekariya mezin a bajarê Kobanê ku vê yekê ji dêla hemû mirovatiyê dike, biryar hate girtin roja 1 Mijdarê roja cîhanî ya berxwedana Kobanê bê diyar kirin. 

Em weku  kordenasiyona hersê kantonên Rojava  (Kobanê- Cizîrê – Efrîn) piştgiriyê didin siyasetmedaran û azadvanên ligel berxwedana Kobanê ya dîrokî de ne , ev berxwedan bûye xala guhartina viyana gelên herêmê em bang li hemû pêkahatiyên hersê kantona dikin û welatiyên li dervî welat jiyan dikin çi Kurd û Sûriyan û Ereb jî dikin, ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê ya leheng tevlî çalakiya roja şemiyê ya 1 Mijdarê  (Sermawezê) bibin û dakevin qad û meydanan.

Rojava 30/10/2014

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket