Yekem kongira şûnwaran li Herêma Kurdistanê
kurdistani 04:58 PM - 2014-10-28Yekem kongira şûnwaran li Herêma Kurdistanê
Li bajarê Hewlêrê û din bin diruşma (Şûnwarên me nesnameya me ya netewî divê her kes biparêze) li hotêla Şîreton, bi serpereştiya wezîra Şaredariyan û Geştûgozariyê ya Herêma Kurdistanê Newroz Mewlud îro 28 / 10 / 2014`e yekem kongira şûnwaran li Herêma Kurdistanê lidarket.
Kongire ji aliyê birêvebiriya giştî ya şûnwaran a Herêma Kurdistanê û wezîrê çandiyê û avdanê, parêzgarê Hewlêrê, serokê desteya Jîngehê bi tevhejmarek ji mamosteyên zanîngehê çi ji derveyî Herêma Kurdistanê û ji Herêmê bixwe hate birêxstin kirin.
Kongire bi armanca nasandin û parastina çûnwarên Kurdistanê tê lidarxistin.
Kongire ji aliyê Ebû Bekir Zênedîn bi gotarekê hate vekirin, Zênedîn di gotara bal kişand ser bi wê yekê ku armanc ji kongirê ewe ji bo parastina şûnwarên li Herêma Kurdistanê, stratejiyek giştî bê diyar kirin û bi vê yekê beşdar û pispor kêm û kurtiyên li ber parastina çûnwaran dibine asateng gotebêj bikin û binirxînin û çareseriyan pêşkêş bikin.
Û wiha pê de çû; Birêvebiriya çûnawan a Herêma Kurdistanê hêja li gorî yesayên berê yên Êraqê tevger dike, ji ber vê yekê em bang li parlemantoya Kurdistanê dikin li gorî rewşa Kurdistanê yesa û zagonan derxîne.
Ji aliyê xwe ve wezîra Şaredariyan û Geştgozariyê Newroz Mewlud di axaftina xwe de ya di kongirê de bal kişand ser bi rola çûnwaran di nasnameya gelan de û da xuya kirin ku şûnwar nasnameya gelan diyar dikin, ji ber vê çendê divê girîngiyeke mezin bi parastina şûnwarên Herêma Kurdistanê bête nîşandan, bê ku destwerdan li nasnameya şûnwaran a dîrokî bête kirin, ew jinûve bêne avakirin.
Konjgire dê sê rojan dewam bike û wê encamên çi ji lêkolîna be yan pêşniyaran be, bi mebesta rewşa şûnwaran li Herêma Kurdistanê bêne baştir kirin, ji aliyên eleqeder ve bêne rêkirin.
PUKmedia / Fuad Osman / Hewlêr
hewal ziyatr
-
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
11:15 AM - 2024-04-26 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24
zêdetir tamaşe bike
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
09:14 PM - 2024-04-24
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
zortrin xwendraw
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25 -
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
Kurdistan 11:10 AM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
Kurdistan 11:15 AM - 2024-04-26