Obama li Kobanê ji dayîk bû

kurdistani 01:09 PM - 2014-10-26
Obama li Kobanê ji dayîk bû

Obama li Kobanê ji dayîk bû

Malbata Kurd a ji Kobanê ji ber êrişên çeteyên DAIŞ berê xwe dan Bakûrê Kurdistanê –Tirkiyê, zarokê xwe yên nû çavên xwe li dinyayê vekir bi navê Serokê Emerîka Barak Obama bi nav kirin.

Jina ji Kobanê ye ya li kampa Pirsûsê dimîne piştî ku zaroka wê bû bi dudil be navê zaroka xwe bi navê serok Emerîka Baram Obama bi nav kir, Dayîk bi navê Sultana Muslim got: Min ji dilê xwe ve ev nav hilbijart û ez ti carî nagihurim.

Obama piştî rêwîtiyeke dijwar ji dayîk bû, diya wî dibêje eger ne ji lêdanên esmanî yên Emerîka ba ew nedikarî ji Kobanê derkeve û zaroka xwe (Obama) bîne dinê.

Diya zarok (Obama ) wiha pê de çû: Obama balafirên alîkariyê ji bo me rêkirin û bixêra vê yekê em ji terorê rizgar bibin û vegerin malên xwe.

Her çendê diyar zarok Obama Sultana Muslim êş û azarên dijwar jiyan dike lê dibêje: Dibe ku rojek bê zarokê min jî mezin bibe û weku serok Obama ji bo parastina sivîlan fermana êrişan bide.

Amadekar: Şêwrawî Mamo

PUKmedia / El-Erebiye

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket