Keça Êzîdî: Rîca dikim me bombarduman bikin
kurdistani 08:12 PM - 2014-10-23Keça Êzîdî: Rîca dikim me bombarduman bikin
Keçek Êzîdî bi telefonê ligel hêzên pêşmerge axivî û ji bo ku hêzên pêşmerge avahiya ji aliyê DAIŞ ve ew lê girtîne bombebarna bikine li ber wan gerîn, keça telefon kirî got: Bi tenê ji danê sibehê ve 30 carî destdirêjî li min kirine, her wiha da xuya kirin eger DAIŞ wê berdin jî dê ew xwe bikuje.
Piştî çeteyên rêxistina terorê DAIŞ ew bi tev hejmarek mezin ji Jin û keç neçarî koletiya zayendî kirin, Keça Êzîdî bang li hêzên pêşmerge kir, devera ew lê dîlgirtîne bombebaran bikin û da xuya kirin ew nema dikarin wer berdewam bikin di jiyanê de.
Ezê xwe bikujim
Keça ku navê xwe eşkere nekir got; Bi tenê ji danê sibehê ve 30 carî destdirêjiya seksî lê kirine û ji ber bi karanîna wê ji aliyê zayendî ve bi şêweyeke hov ew nexweşketiye û nema dikarê bi deve de biçe û av birjîne.
Keça ku ji aliyê çeteyên DAIŞ ve destdirêjî lê têkirin di peywendiya xwe de ligel hêzên pêşmerge de, got ku ew ligel hejmarek din ji jin û keç dîl girtiye û ji pêşmergeyên xwest eger ew avahî yan devera ew lê dîlgirtîne nas dikin bombarduman bikin, ji ber ku ew nema dikarin jiyana di bin destê DAIŞ de tehmûl bikin û got; Eger DAIŞ wê berdin jî, dê xwe bikuje û wiha pê de çû: Vê sibehê, piştî nemakarîn tiştê bi ser wan de tê kirin tehemûê bikin, hejamrek ji keçan xwe kuştin.
Rîca dikim me bombarduman bikin
Navaroka ev rewşa hov a keça Êzîdî jiyan dike ji aliyê çalakvanek Kurd ve bi navê Kerem ku peywendiyên wî ligel hêzên pêşmerge hene di hevpeyvênekê ligel BBC de hate eşkere kirin.
Kerem got; Yek ji pêşmergeyên peywendiyeke telefonê ji Keçke digirî û qîr dike girt, Keça telefon kir li ber pêşmerge gerî û got; Eger ti zanê em li kur girtîne me bombarduman bikin, ji vir û pêve jiyan bû me nema, ezê herim xwe bikujim vê sibê çend keçan xwe kuştin.
Li gorî Kerem diyar kir keçikê wiha berdewam kir; Ji vê sibê ve û hêja ku nîvro ne bûye 30 carî destdirêjî li min kirin, nema ez dikarim herim ji derve, ez rîca dikim me bombebaran bikin.
Hefteya bihurî YN tekez kir ku bi hezaran ji Kurdên Êzîdî li ser destê çeteyên DAIŞ hatin kuştin û diyar kirin ku ev yek wêneyên Srbirnîtça ya Bosna tîne bîra me, ji aliyê xwe lêkolîner tekez dikin ku 5000 Êzîdî bi gulebarankirina ji aliyê çekdarên DAIŞ ve hatine kuştin û nêzî 7-8 hezar jin û keçên Êzîdî dîl di destê DAIŞ de ne.
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
11:15 AM - 2024-04-26 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24
zêdetir tamaşe bike
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
09:14 PM - 2024-04-24
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
zortrin xwendraw
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25 -
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
Kurdistan 11:10 AM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
Kurdistan 11:15 AM - 2024-04-26