Kosret Resûl: Ji her demê bêtir pêdiviya me bi yekrêzî û yekhelwestiyê heye
kurdistani 09:56 PM - 2014-10-21cîgirê serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl Elî
Cîgirê serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl Elî nameyek ji serokê Herêma Kurdistanê re Mesûd Barzanî rê kir, cîgirê serokê Herêmê di nameya xwe de bal kişand ser bi rewşa giştî ya Kurdistanê û bi teybet gefên terorê bi ser Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de.
Kosret Resûl di nameya xwe de da xuya kirin ku dujimên Kurd û Kurdistanê ji bo ku doza rewa ya gelê Kurd jinav bibin çi ji destê wan tê dikin û ji ber ew aramî û geşdana li Herêma Kurdistanê lidare bi hêrsin û bê zarin.
Cîgirê serokê Herêmê tekez li ser wê yekê kir ku di vê demê de û ji her demê bêtir pêdiviya gelê me bi yekrêzî û yekhelwestiyê heye, ta kêşe bêne ber alî kirin, prosa demorasiyê li Herêma Kurdistanê bête çespandin, Kobanê bê rizgarkirin û rewşa zor ya bi ser Rojavayê Kurdistanê de derbas dibe bête derbas kirin.
Kosret Resûl di nameya xwe de bang li hemû aliyan kir, ku divê her kes kêşe û pirsgirêkên talî bidine aliyekî, ji dilve ji bo xalên hevbeş pêşbixînin kar û tevger bikin, rê nedin derzandin di navbera aliyan de derkevin û ji bo metirsî û zirar bi ser gelê me nebe çi dest hebe bê kirin.
Her wiha tekez kir ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê rijd de li ser hevkarî û xebata hevbeş a di nevbera hemû aliyan de ji bo em armancên meşa xwe cîbicî bikin, Kosret Resûl ew hevkariya leşkerî û mirovî ya ligel birayên me yên li bajarê Kobanê ya qehremanin e û li deverên cuda yên Kurdistanê hatî kirin giranbiha nirxand û got ku ne girînge ku kê ev yek kir an bi navê kê ye, ya girîng ew`e ku Kobanê û Rojavayê Kurdistanê di şerê li dijî terorê bi serkevine.
Kosret Resûl bang li serokê Herêma Kurdistanê kir ku guh nede beyanname û belavokan û kêmasiyên ragihandinê, û got:Her kes dizanê ku hemû aliyên Kurdistanê ji pêşmergeyên li bereyên şerine bigre, fermandar û serfermandarên pêşmerge û pê ve biçe, ji bo li dijî terora ku bûya bala bi ser serê gelê me de rawestin û şer bikin, ti kêmanî nekirine û xwenedane paş çi ji dest hatî kirine alîkarî û yarmetî dane.
Kosret Resûl di dawî de tekez li ser parastina yekrêziya YNK`ê û gelê me di vê qonaxa hetiyar û girîng de kir û da xuya kirin ku ev yek erkek nîştimanî û dîrokî ye dikevê ser bi milê me.
PUKmedia / Pukpb
hewal ziyatr
-
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
11:15 AM - 2024-04-26 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24
zêdetir tamaşe bike
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
09:14 PM - 2024-04-24
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
zortrin xwendraw
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25 -
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
Kurdistan 11:10 AM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
Kurdistan 11:15 AM - 2024-04-26