Sekreterê Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistanê piştgiriya mangirtîvanan kir

kurdistani 01:46 PM - 2014-10-01
Sekreterê Sendîkeya Rojnamevanan piştgiriya mangirtîvanan kir

Sekreterê Sendîkeya Rojnamevanan piştgiriya mangirtîvanan kir

Şendeke Sendîkeya Rojnamevanan bi serokatiya sekreterê şaxa Silêmaniyê, serdana mangirtîvana li ber nûsîngeha Parlemana Kurdistanê ya li bajarê Silêmaniyê kir.

Duhî roja sêşemê, 30-9-2014`an li bajarê Silêmaniyê, bi armanca piştgiriya li koma rêxistinên sivîl yên ku li ber nûsîngeha Parlemana Kurdistanê ketina girava birçîbûnê ji bo Kobanê, Sekreterê Sndîkeya Rojnamevanên Kurdistanê yê şaxa Silêmaniyê rêzdar Karwan Enwer û çandeke bi wî re serdana mangirtvanan kir.

Ew şandeya ku ji her yek ji rêzdaran Sekreterê Şaxê Silêmanî Karwan Enwer, endamê Şaxê Silêmanî yê Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistanê, Azad Heme Xorşîd, Luqman Xorşîd, Nerîman Sabîr û Sedîq Elî pêkhatiye, ji aliyê koma mangirtî ve, bi germî hat pêşwazî kirin û di derbarê armanc û daxwazên koma mangirtîvana ji aliyê sekreterê Rêxistina Henesên Nîştimanî Gova Ehmed ve hat şirove kirin û ew 7 xalên ku ji bo hersê serokatiyên li Herêma Kurdistanê jî bi awayekî zelal hat gotûbêj kirin.

Her weha ji aliyê xwe ve, Sekreterê Sndîkeya Rojnamevanên Kurdistanê yê şaxa Silêmaniyê rêzdar Karwan Enwer jî bi navê xwe û rêveberiya Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistanê, dest xweşî li mangirtîvana kir û cansaxî ji hemûyan re xwes, digel wê yekê jî, razîbûna xwe û piştîvaniya xwe ji daxwaz û pêşniyarên mangirtîvanan re kir.

Karwan Enwer piştî nivîsandina helwest û dîtina xwe jib o çalakiya mangirtinê yak u li ber nûsîngeha Parlemana Kurdistanê pêkhatiye, bi zelalî piştgiriya xwe û ya Sendîkeya Rojnamevanan aşkire kir û got: Em weku Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistanê amade ne ji her alîkarî û daxwazeke we ku di tiwaneya me de hebe û emê ji we re bicî bikin.

Her di dawiyê de, endamên şandeyê bi Sekreterê Sendîkeya Rojnamevanan re dest bi nivîsa helwest û dîtinên xwe jib o piştgiriya li mangirtîvana kirin.

Hêjayî gotinê ye ku ji roja şemiyê ve, 27-9-2014`an, komek ji rêxistinên sivîl li ber nûsîngeha Parlemana Kurdistanê, dest bi girava birçîbûnê kirine û daxwaza wan jî ji 7 xalan pêkhatiye.

Her weha di derbarê ew 7 xalên girîng de, ku ji aliyê çalakvanan ve ji hersê serokatiyên li Herêma Kurdistan re hatiye pêşkêş kirin, Serokatiya Herêma Kurdistanê, serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û yê Parlemana Kurdistanê, ku ev in:

1- Naskirina bi fermî hersê kantonên Rojavayê Kurdistanê.

2-Daxwazekî fermî ji aliyê serokê Herêmê bo welatên xwedî hêz û biryar bo parastina Kobanê.

3-Kombûn digel rêveberên kantona Kobanê.

4-Belavokeke taybet ji bo çûna hêzên pêşmerge bo Kobanê.

5-Alîkariya penaberan bi bê cudayetî bê kirin.

6-Avakirina kampên penaberan tako kareset ji ber demsala zivistanê rûnede.

7-Hevkarîkirina wan Rêxistinên ku bi cedî kar ji bo penaberan dikin bê kirin.

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket