Li nav refên YPG'ê şervanekî Emerîkî
kurdistani 01:17 PM - 2014-10-01Li nav refên YPG'ê Amerîkiyek
Jordan Matson ê DYA'yî, ji bo li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer bike tevlî nav refên YPG'ê bû û navê "Serdar" li xwe kir. Matson di pevçûneke ku tê de 8 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin de, ji ber topeke hawanê li nêzî wî ket bi sivikî birîndar bû. Matson ji eleqeya lê rast tê, gelekî kêfxweş e.
Li nav refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku ji gelek pêkhateyên Sûriye û Rojhilata Navîn mirov di nav de cih digirin, welatiyekî DYA'yî jî beşdar bû. Jordan Matson ê ji eyaleta Wisconsin a DYA hat, li nav refên YPG'ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê têdikoş e.
Matson da xuyakirin ku beriya der heqê gelê Kurd de ew xwedî agahî bû û anî ziman ku di dema dawî de jî wî têkoşîna YPG'ê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê bi rêya înternetê şopandiye û di dewsa ku li cihekî rûnê wî biryar daye tevlî YPG'ê bibe.
Matson diyar kir ku YPG organîzasyoneke gelekî mezin e û destnîşan kir ku ew gelekî kêfxweş e ji ber di demeke kurt de ji aliyê YPG'ê ve hatiye qebûlkirin. Matson ragihand ku ev hefteyeke ew li gel yekîneya xwe têdikoş e û niha jî hewl dide bi Kurdî hîn bibe.
Şervanê YPG'ê Matson da zanîn ku ew bi yekîneya xwe re her tim sînorê navbera xwe û DAIŞ'ê kontrol dike û destnîşan kir ku ew ji ber eleqeya nêz û germ a jê re tê nîşandan gelekî kêfxweş e Matson da xuyakirin ku der barê şert û mercên li nav YPG'ê de wî qet zehmetî nekişandiye û got ku astengiya herî mezin a niha, astengiya ziman e.
Matson her wiha anî ziman ku di mijara tevlîbûna li nav refên YPG'ê de malbata wî piştgirî daye wî.
LI CEZAA BIRÎNDAR BÛ
Matson da xuyakirin ku heman piştî beşdariya li nav YPG'ê, ew li Cezaayê tevlî şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê bûye û destnîşan kir ku tevî êrîşên bi çekên giran jî di encama şerê şeş saetan de çete ji qadê hatine derxistin.
Matson got ku ji ber parçeyê topeke hawanê ya li nêzî cihê ew lê bû ket, birîndar bû û diyar kir piştî birîndarbûnê ew bi şervanekî din ê YPG'ê re derbasî çepera bingehîn bûne û piştî fêm kirine birîna wî sivike, careke din li mewziya xwe vegeriyaye.
Matson da xuyakirin ku di vî şerî de 8 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin û çete reviyane.
Matson ji malbat û hevalên xwe re ragihand ku rewşa wî baş e û diyar kir ku heta têkoşîna li dijî DAIŞ'ê bi dawî bibe, ew ê li Rojava bimîne.
PUKmedia-ANHA
hewal ziyatr
-
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
11:15 AM - 2024-04-26 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24
zêdetir tamaşe bike
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
09:14 PM - 2024-04-24
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
zortrin xwendraw
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25 -
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
Kurdistan 11:10 AM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
Kurdistan 11:15 AM - 2024-04-26