Di dîroka Êraqê de serok Mam Celal serokkomarê herî başe

kurdistani 05:44 PM - 2014-09-30
Di dîroka Êraqê de serok Mam Celal serokkomarê herî başe

Di dîroka Êraqê de serok Mam Celal serokkomarê herî başe

Li gorî rapirsekê ku ji aliyê enstitûya Kurdî ya dozên netewî lidarxist, serok Mam Celal weku serokkomarê herî baş di dîroka Komara Êraqê de hate hilbijartin.

Berpirsê enstitûya Kurdî ya dozên netewî Şoreş Ehmed  bi da xuyaniyekê ji PUKmedia yê re da xuya kirin ku: Ji parêzgehên Silêmanî, Hewlêr, Kerkûk û devera Germiyan 500 kes beşdarî rapirsê bûn û bersiva wê pirsê dan, Ka kî serokkomarê herî baş a Êraqê bû, çi di ware siyasî, aborî, komaleyetî, olî, çandî, demorasiyê û azadiyan de be, beşdarvanan bi rêjeya ji % 85 erê kirin ku Serok Mam Celal serkomarê herî baş a di dîroka Êraqê de.

Şoreş Ehmed wiha pê de çû: Ji bo me cihê şanaiyê ye ku serokek û tekoşerek di riya azadiya Kurd û Kurdistanê de weku serokkomarê herî baş a di dîroka Êraqê de bête hilbijartin, her wiha cext li ser wê yekê kir ku enstitûya`yê  biryar da bawername serokê herî baş di dîroka komara Êraqê de bide serok Mam Celal.

PUKmedia / Saman Yarweys

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket