Wezareta Pêşmerge: Me ji welatên hevpeyman xwest ku hevkariya YPG bikin
kurdistani 12:47 PM - 2014-09-22Wezareta Pêşmerge: Me ji welatên hevpeyman xwest ku hevkariya YPG bikin
Emîndarê giştiyê wezareta pêşmerge radighîne ku ji niha ve 7 welat li gel Emerîka hevkariyê pêşkêşî herêma Kurdistanê kiriye, her weha li her parçeyekî Kurdistanê Kurd pêwîstî bi hevkariya pêşmerge bibe, bi bê dudilî wezareta pêşmerge dê bo rûbirûbûna terorîstan hevkariyê bike.
Ferîq Cebar Yawer ji PUKmedia`yê re ragihand: Heya niha heft welatan li gel Emerîka hevkarî pêşkêşî herêma Kurdistanê kiriye. Her weha şêwaza alîkariya welatên cîhanê bo Herêma Kurdistanê li dijî terorîstan cudaye û her welatek bi awayekî hevkariyê dike.
Yawer got: Ew çek û teqemeniyên ku gihêştine Herêma Kurdistanê bi lijne û li gor pêwîstiyan li ser hêzên pêşmerge tê belav kirinê.
Sebaret bi hevkariya hêzên pêşmerge bo kurdên Rojavayê Kurdistanê bi taybet Kobanê Cebar Yawer got: Di beyannameya me de diyar, hem weku wezareta pêşmerge û hem weku serokatiya herêmê û serokatiya hikûmetê jî me hem amadekariyekî xwe bo Kurdên Rojava me nîşan daye bi taybetî jî jib o Kobanê.
Cebar Yawer got: Li her parçeyekî din a Kurdistanê pêwîstî bi hêza pêşmerge hebe emê bi bê dudilî hevkarê wan bin jib o jinavbirina hereşeyên terorîstan.
Emîndarê giştiyê wezareta pêşmerge ferîq Cebar Yawer aşkira kir û got: Me daxwaz ji welatên hevpeyman kiriye ku hevkariya hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bikin taku ji her alî ve bikarin terorê jinav bibin.
PUKmedia/Diyar Star
hewal ziyatr
-
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
11:15 AM - 2024-04-26 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24
zêdetir tamaşe bike
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
09:14 PM - 2024-04-24
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
zortrin xwendraw
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25 -
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
Kurdistan 11:10 AM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
Kurdistan 11:15 AM - 2024-04-26