Yekem otombêl li cîhanê ku bi avaşor dimeşe

kurdistani 09:16 PM - 2014-09-09
Yekem otombêl li cîhanê ku bi avaşûr dimeşe

Yekem otombêl li cîhanê ku bi avaşûr dimeşe

Kompanya Nano Flosîl a Almanya ku navenda wê li Lîştinştayine otombêlek seyr dirust kir ku Batariya wê bi avaşûr kar dike û bi vê yekê ev otombêl dibe yekem otombêlê elektirîkê ya  ku li ser avaşor dimeşe, her wiha kompaniya yê soz da ku dê leza otombêlê 350 k.m be di yek demjimêrê de.

Dema yekem car ev otombêl di manga adara bihurî de li Cinêvê li pêşengeha otombêlan hate nimayîş kirin,  kesî bawer ne dikir ku ev otombêl bi serkeve, lê otombêla Quant-e ya sportîv bi serket û lîsansa çêkirinê li Almanya wergirt.

Li gorî ku Malpêra Tiransportir news a Alman ragihand ku  otombêla (Quant e-Sportlimousine ) yekem otombêla sportive ku li ser enerjiya elektirîkê û bi batariyê ji cure şanên avî kar dike,  dadikeve kolanan.

Kompanya Nano Flosîl a otombêlan çêdike bi germî behsa vê otombêlê  dike û birêvebirê kompaniyayê Nonzyo Lafşiya da xuya kirin ku leza otombêlê dê bighêje 350 k.m / D de û dê ji 0 ta 100k.m / di demjimêrê de navbera 2.8 çirkan de birêkeve, her wiha soz da ku dê batariya wê bê ku pêdivî hebe ku bê dagirtin 600 k.m bimeşe.

PUKmedia / DW

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket