Yekîneyên Parastina Gel, bajaroka Ceza rizgar kir
kurdistani 11:05 AM - 2014-09-01Yekîneyên Parastina Gel, bajaroka Ceza rizgar kir
Piştî şerê 20 rojan Yekîneyên Parastina Gel YPG ragihand ku hêzên wan bi temamî bajaroka Ceza û hejmarek gundên derdorê rizgar kirine û operasyonên hêzên YPG bo rizgarkirina navçeyê ji destê DAIŞ berdewam in.
Jêderekê nêzîk ji YPG ji PUKmedi`yê re ragihand ku: Hêzên Kurdî duh yekşeme 31/8/2014 karîne piştî şerekî dijwar 40 çekdarên DAIŞ bikujin û hejmarekî wan dîl bigrin û her weha operasyona YPG jî hîna berdewame.
Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ku wêneyek gihêştiye destê PUKmedia`yê têde belav kiriye ku şeva 30’ê Tebaxê di demijmêr 11’an de hêzên wan operesiyonekî berfireh dest pê kiribû û gundê Kaxurtî û û gundê Ercê rizgakiribûn.
Her weha yekîneyên YPG di heman rojê de êrîşî depoyên genim a girêdayê Cezaa û 4 baregihên wan yê nêzikê Cezaa yê kirin. Her wiha êrîş birin gundê sefanê û Ekreşê şer û pevçûn bi dijwarî heta saetên sibehê dewamkir û gundê Sefanê û Akreşê û Depoyên Genim û ew her 4 baragih ji aliyê hêzên YPG ve hatin bi dest xistin .
Di daxuyaniya YPG de hatiye ku, di encama wî şerî de 36 çeteyên DAIŞ’ê mirin. Cenazeyê 8 çeteyan kuştî di destê hêzên YPG. Her wiha gelek çek û Amurên Leşkerî ketin destên yekîneyên YPG.
Her li gundê Hilo jî yekîneyên YPG li dijî çeteyan kemînek vedabûn, di encamê de 2 çete hatin kuştin û yek ji wan birîndar bû. Komên çete gundên Cib ELferec, Ketaş û Derbazin yên dikevin kantona Kobanê bi tangan topbarankir di encam de gelek ji avahiyên gundîyan hatin xirap kirin.
PUKmedia/Îbrahîm Xelîl- Qamişlo
hewal ziyatr
-
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
11:15 AM - 2024-04-26 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24
zêdetir tamaşe bike
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
09:14 PM - 2024-04-24
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
zortrin xwendraw
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25 -
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
Kurdistan 11:10 AM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
Kurdistan 11:15 AM - 2024-04-26