Êzdiyên Emerîkayê li pêş Koçka Sipî xwepêşandan dikin
kurdistani 06:10 PM - 2014-08-09Êzdiyên Emerîkayê li pêş koçka sipî xwepêşandan dikin
Êzdiyên Emerîkayê wê îro li pêş Koçka Sipî ya wî welatî xwepêşandanekê li dijî DAIŞê bikin.
Îro demjimêr 1 bi dema Emerîka û 6 bi dema Kurdistanê, kurdên Êzdî yên li Welatên Yekbûyî ya Emerîkayê, ji bo şermezarkirina êrişên li dijî Şengaslê û daxwaza alîkariyê ji Emerîka bikin tako destêwerdana bo rizgarkirina xelkên Êzdî ji dest komkujiyên terorîstên DAIŞ`an bikin.
Di wê barê Rojnamevan û bêjerê Dengê Emerîkayê Robîn Reşwan ji PUKmedia`yê re ragihand ku, ji bo şermezarkirina komkujiyên DAIŞê li dijî xelkê Şengalê û daxwazkirina piştîvaniyeke sertanserî ji bo rigarkirina wî xelkî, îro demjimêr 1 bi dema Emerîka û 6 bi dema Kurdistanê, wê xwepêşandaneke girsayî li ber koçka sipî ya Washntonê birêve biçe.
Rojnamevan Robîn Reşvan dazanîn ku, dê di wê xwepêşandanê de, hejmarek ji kurdên Êzdiyên yên nîştecîyên Emerîkayê ne, bi awayekî giştî û çalaktir beşdarî wê xwepêşandanê bibin û wê êrişên komên şekdar yên terorîst li ser Kurdistan û bi taybet Şengalê şermezar bikin.
Hêjayî gotinê ye ku duh roja 8-8-2014`an, Serokê Emerîka`yê Barak Obama aşkire kir ku eger DAIŞ ber bi Hewlêrê birêkeve Emerîka wê bi firokeyan lê bide, û ji bo qirkirina gelê Şengalê jî, got em bêdeng nabin û emê bi hemû hêzên xwe wan biparêzin tako ti komkujî bi ser wan de nebe.
Ji aliyê xwe ve jî, wezareta berevaniya Emerîka`yê ragihand ku wan dikarî bi awayekî serkeftî alîkariya kurdên Êzdî li derdora Şengalê bikirina bi riya daxistina komekên xwerin û vexwerinê.
PUKmedia-Hozan EfrînîSave
hewal ziyatr
-
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
11:15 AM - 2024-04-26 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24
zêdetir tamaşe bike
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
09:14 PM - 2024-04-24
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
zortrin xwendraw
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25 -
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
Kurdistan 11:10 AM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
Kurdistan 11:15 AM - 2024-04-26