Ewropa û Emerîka giringiyê didin ezmûna Rêvebiriya Xweser a Rojavayê Kurdistanê
kurdistani 06:40 PM - 2014-07-22Salih Gedo û Ebdulkerîm Omer
Desteya peywendiyên derve ya Rêvebiriya Xweser a Demokrat li bajarê Qamişlo kongireyek rojnamevanî lidarxist.
Her yek ji serokê desteya peywendiyên derve ya Kantona Cizîrê Salih Gedo û berdevkê karûbarên siyasî yê encumena zagonsaz a Kantina Cizîrê Ebdulkerîm Omer piştî ji serdanekê ji welatên Ewropa re hatin li avahiya desteyê kongireyek rojnamevanî lidarxistin.
Serokê desteya peywendiyên derve Salih Gedo di kongira ronamevanî de ya nûçegîhanê PUKmedia têde amadebû da xuya kirin ku şanda desteyê ya serdana welatên Ewropa kir ligel gelek partiyên di opozisyonê û desthilatdariyê de cih digrin û aliyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, mafên mirovan û navendên lêkolînê, wezrî û wezeretên karê derve yên welatên Ewropa civiyan û diyar kir ku şandê di hevdîtinan de tekez li ser wê yekê kir ku ew çav li rê ne ku peywendiyên baş ligel welatên cîran lidarxînin, her wiha şandê di hevdîtinên xwe de daxwaz ji welatên ku serdana wê kirine û Emerîka kir ku alîkarî û piştvaniyê bidin ezmûna Rêvebiriya Xweser a ji ber bi 6 mangan ve bi beşdabûna pêk hateyên deverê ji Kurd, Ereb, Suryanî û pêkahteyên cuda hate saz kirin.
Gedo da xuya kirin ku aliyên hevdîtin ligel hatin lidarxistin ligel nirînên şanda Rêvebiriya Xweser xwedî helwesteke erênî bûn û girîngî dan ezmûna Rêvbiriya Xweser a Demokrat li Rojavayê Kurdistanê.
Her wiha da xuya kirin ku şandê di hevdîtinan de ji welatan xwest hêza xwe ya siyasî bi kar bînin û fişarê li welatên cîran bikin ta deriyên sînor ên bi Rojava re vekin û alîkariya siyasî, aborî, leşkerî û locistîk bidin deverên Rêvebiriya xweser ji bo li dijî rêxistina terorê DAIŞ berevaniyê li xwe bike.
Gedo wekî din diyar kir ku pêwîste ji bo bi ser hev anîna mal Kurdî bi ser hev de li her sê kantonan pêdivî bi destpêkirina diyalokan û danûstandinê heye.
Ji aliyê xwe ve berdevkê komîta karûbarên siyasî yê encumena zagonsaz li Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Omer di kongira rojnamevanî de da xuya kirin ku; Şanda Rêvebiriya xweser bang li nûnerên dewlet û hikûmetên Ewropa kir serdana Rojavayê Kurdistanê ji nêz ve çav li ezmûna wê bidin û nivîsgehên xwe li her sê Kantonan vekin û ligel Rêvebiriyê alîkar bin, her wiha bal kişand ser wê yekê ku pêwîste nûnertiyên Rêvebiriya Xweser jî li welatên Ewropa û Emerîka bêne vekirin û divê ev tevger di nav welatên Ereb de jî bête pêşxistin.
Di dawiya axaftina xwe de Omer got ku di hevdîtinan de tekez li ser wê yekê hate kirin ku Kurd di pevçûna li Sûriyê lidare hêza siyemin, ew beşek ji çareseriyê ne û bê beşdabûna Rêvebiya Xweser a Demokrat wê aştî li Sûriyê lidarnekeve û pirsa Sûriyên neyê çareserkirin.
PUKmedia / Îbrahîm Xelîl / Qamişlo
hewal ziyatr
-
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
11:15 AM - 2024-04-26 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24
zêdetir tamaşe bike
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
09:14 PM - 2024-04-24
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
zortrin xwendraw
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25 -
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
Kurdistan 11:10 AM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
Kurdistan 11:15 AM - 2024-04-26