Nucêfî bo postê cîgirê serokomar hate kandîd kirin

kurdistani 10:38 AM - 2014-07-21
 Nucêfî bo postê cîgirê serokomar hate kandîd kirin

Nucêfî bo postê cîgirê serokomar hate kandîd kirin

Yekîtiya hêzên niştimanî, Usame Nucêfî weku namzetê xwe yê bo posta cîgirê serokomarê Êraqê diyar kir.

Berpirsekî bilind yê yekîtiya hêzên niştimanî Ehmed Mesarî duh 20/7/2014 bi daxuyaniyekê ji PUKmedia`yê re ragihand: Yekîtiya wan piştî goftûgo li gel aliyên nava yekîtiya niştimanî de biryar da ku Usame Nucêfî bo postê cîgirê serokomar kandîd bike.

Mesarî got jî: Eve beşeke ji istihqaqên wane ji ber ku wan xwe ji postê serokayetiya encûmena nûneran bo Selîm Ciborî paşve kêşabûye.

Yekîtiya hêzên niştimanî ji yekgirtina hevpeymaniya Mutehîdon û hizba îslamî ya êraqê û hevppeymaniya erebiyê bi serokatiya Salih Mutleg û koma çareser bi serokatiya Cemal Kerbolî pêk tê.

PUKmedia/Leyla Şimerî - Bexdad

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket